
Di çarçoveya hewldanên ji bo yekkirina nêrînên li hember dagirkeriyê, her wiha danasîna armancên dîrokî yên dewleta Tirk li ser axa Sûriyê de, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyê îro li Helebê forumeke diyalogê organîze kir.
Forum bi dirûşma “Na ji dagirkeriya Tirk re û banga rizgarkirina hemû axa Sûriyê ya dagirkirî” li Hola Star Layît a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê kir.
Li gorî komîteya amadekar, nêzî 102 nivîskar, hiqûqnas, rojnamevan, siyasetmedar û kesayetiyên serbixwe yên bajarên cuda yên Sûriyê hene.
Komîteya amadekar destnîşan kir ku di forumê de dê ev mijar werin nîqaşkirin:
* Timakariyên dîrokî yên dewleta Tirk li Sûriyê.
* Tiştê ku di Mîsaqî Millî ya Tirk de behsa Helebê wek wîlayeteke Osmanî ya Tirkan kiriye.
* Berdewama dan û standina bi bajarê Helebê re mîna ku wîlayeteke Osmanî a Tirk be.
* Hevkariya navneteweyî bi Tirkiyê re û hiştina ku careke din axa Sûriyê dagir bike.
* Hewldanên berdewam ên dewleta Tirk ji bo kontrolkirina rêya M4 a ji Eyn Îsayê heta Dêrikê.
* Girîngiya hevkarî û hemahengiya di navbera hemû hêzên nîştimanî yên Sûriyê de ji bo bersivdana êrişên dewleta Tirk û di serî de jî artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD).
Biryar e ku mijara yekem ji aliyê sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyê Mistefa Qelacî ve were şîrovekirin. Forum dê rojekê bidome û bi encamnameyekê bi dawî bibe.
ANHA