ManşêtNûçe

Partiyên siyasî li Reqqayê bi daxuyaniyekê binpêkirinên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi dehan endamên Partiya Yekitiya Demokratîk,  Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Biratiya Kurdistanê û Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê û Partiya Komarî ya Kurdistanê li bajarê Reqaye daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî ji aliyê berdevkê Partiya Komarî ya Kurdistanê yê Reqayê Mihemed El Ebûd ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ev 11 sal e ku dewleta Tirk a dagirker kiryarên herî hovane yên kuştin, koçberkirin û destdirêjiyê li ser axa Sûriyê pêk tîne û ji bilî wê jî dergeh û piştgira terorê li Sûriyê bû.

Zêdetirî ji sedî 30 ji xaka Sûriyê, ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Bi binpêkirina hemû peymanên navneteweyî hewl dide zêdetir xaka welatekî cîran dagir bike.

Di 3 mehên dawîn de û piştî ku dewleta Tirk nikarîbû erêkirina navneteweyî ji bo berdewamkirina êriş û dagirkirina axeke zêde ji Sûriyê bi dest bixe, serî li rêbazên êrişkartir da anku şewitandina eniyên sînor û şerên balafirên bêmirov ku di encamê de bi sedan şehîd û birîndar çêbûn û binesaziya wê hate rûxandin. Ev hemû jî ji bo ku tirs û tevliheviyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêke ku bi wê yekê jî amadekariyên valakirina herêmê ji pêkhateyên wê yên ku ji mêj ve bi hev re dijîn, dike.

Îro di bin sîwana Rêveberiya Xweser de tabloyên herî xweşik ên jiyana hevbeş tên xêzkirin.

Li ser navê partiyên siyasî yên ku li bajarê Reqayê xebatên xwe dimeşînin, îro em li hev civiyan da ku em ji hemû cîhanê re redkirin û şermezarkirina xwe li hember kiryarên ku dewleta Tirk a dagirker li ber çavên cîhanê dike, ragihînin. Em piştgiriya xwe bi projeya xwe ya Rêveberiya Xweser û hêzên xwe yên leşkerî Hêzên Sûriya Demokratîk di mafê wê yê parastina rewa de li hember wan kiryarên ku di lîsteya sûcên herî hovane yên sedsala 21’an de hatine tomarkirin, teqez dikin. Sûcê hedefgirtina dibistana zarokên keçîn ku 4 keç di encamê de şehîd bûn, ji cîhanê nayê veşartin.

Em bang li civata navneteweyî bi hemû desteyên wê yên siyasî, hiqûqî û mirovî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê dikin ku li dijî êrişên Tirkiyê yên li ser sivîlan bi lez tevbigerin. Her wiha em bang li welatên ku di dosyaya Sûriyê de cih digirin û garantorên rawestandina aloziya Sûriyê ne ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li van binpêkirinan bînin.

Di dawiyê de em bang li hikumeta Şamê dikin ku li hember êrişên dewleta Tirk, roleke mezintir bilîze. Her wiha parastina serweriya xaka Sûriyê bike û ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û derxistina Tirkiyê ji her bihostekê xaka Sûriyê, bi hêzên nîştimanî re kar bike.”

ANHA

Back to top button