HelbestManşêt

Evîndarê azadiya Kurdistanê: Hejar Mukriyanî

Helbestvanê kurd Hejar ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe, bi çavdêrî û hestên xwe yên kurdewar gelek pirtûk dinivîse. Hejar di 24 saliya xwe de li Kurdistanê dibe xortekî navdar. Di helbestên wî de peyamên kûr hene. Rastiya jiyan û hebûneke bêwate radixe ber çavan, peyamê dide olperestên sexte û xem nexuran

Wêjeya gelan di dîrokê de cihekî girîng digire. Têkiliya wêjeyê ji serpêhatiyên dîrokî yên civakî cudatir mirov nikare bigire dest. Wêje, li ser êş, şahî, aramî, aştî û şeran, bi nivîskî û bi devkî teşe dibe. Di dîrokê de her dem şerê desthiladarî û azadîxwazan pêk hatiye. Di şerê gelan ên li dijî desthilatdaran de berxwedan û lehengiyên mezin pêş ketine û dikevin. Yek ji gelê ku bi berxwedêrî û têkoşeriya xwe dîrok û destan nivîsiye jî gelê kurd e. Têkoşîna gelê kurd ji bo nivîskar, helbestvan û wêjevana bûye kaniya hestan.

Têkoşîna azadiya civaka kurd û Kurdistanê bi xwe re rewşenbîrên qedirbilin jî afirandiye. Bi sedan rewşenbîrên ku cihê xwe di vê têkoşînê de girtine, heye. Ev rewşenbîran hem bi pênûsên xwe, hem jî wekî şervanên gelê xwe têkoşiyane.  Civaka xwe li dijî zordariyê agahdar û serwext kirine û ligel têkoşeran ji bo azadiya gelê xwe şer kirine.  Lewre tiştê ku ji wan dihat xwestin ev bû. Rewşenbîrek heke ne di wê ferqê de be û bi her awayî nebe bersiv, ew nabe rewşenbîr. Lewma em di serdemeke awarte de dijîn û bi taybetî ev serdem ji bo gel û civaka kurd awartetir e. Ji ber vê yekê jî tenê bi peywirekê mirov nikare qala azadiya civak û welatekî di bin dest û pêyan de bike.

Di gelek qonaxên dîrokê de mirov dibîne ku di warê parastina civakê, parastina çand û hunerê û parastina ziman de rewşenbîrên kurd risteke girîng lîstine. Yek ji van rewşenbîrên kurd jî helbestvanê kurd Hejar Mukriyanî ye ku di navbera salên 1920 û 1990’î de jiyaye. Hejar ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiyaye û gelek pirtûk nivîsandiye.

Mamoste Hejar navê wî yê rastî Ebdurehman Şerefkendî ye. Di heman demê de wekî Hejarê Mukriyanî jî tê nasîn. Hejar di sala 1920’an de li bajarê Mehabadê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik dibe. Li gundê derdora Mehabadê û Bukanê perwerdeya olî dibîne. Hêj îcaze yanî destûra dayîna ilmê wernegirtibû bavê wî jiyana xwe ji dest dide. Mecbûr dibe ku dev ji xwendinê berde û xwişk û birayên xwe xwedî bike. Hejar ku hêj di temenê xwe yê 17 salî de ye berpirsyariya malbatî dikeve stûyê wî û di nav jar û belengaziyê de mezin dibe. Li Mehabadê dizevice lê hevsera wî ji ber nexweşiya tîfoyê jiyana xwe ji dest dide.

Di rêya azadiyê de

Heke mirov heqîqetê biparêze pêwîst e mirov evîndarê wê heqîqetê be. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje; ‘Heqîqet evîn e, evîn jiyana azad e’  yanî ji bo gihiştina jiyaneke azad pewîst e mirov têbikoşe û ji tu berdêl dayînê netirse. Ji gelê kurd bêguman ev evîn bi watetir e. Lewra welatê ku li ser dijîn hatiye dagirkirin û di bin mêtingehiye kûr de ye. Ji bo gihiştina wê jiyana azad ango evîna di dilan de ya ku bê wê jiyan nabe, pewistî bi her cure têkoşînê heye. Mamosta Hejar jî xwe wekî evîndarekî Kurdistanê dide naskirin û dibêje; “Min di rêya azadiya Kurdistanê de tu carî hizra mal û zarok, jin û kesûkaran nekir û ez li çi tiştan netirsiyam.”

Fêrbûna nivîsandina bi kurdî

Hejar der barê naskirina nivîskarên navdarên kurd û fêrbûna xwe ya bi zimanê kurdî de jî ev tiştan tîne ziman: “Bavê min hez nedikir ku ji derveyî dersê olî tiştekî din bixwînim. Şevekê bi tirsetirs min ji bavê xwe pirsî; bavo ez tiştekî ji te bipirsim tu yê aciz nebe?  Got ‘na’ wê gavê min pirtûka xwe ji paxila xwe derxist û min pirsa helbestê lê kir. Gelekî bi min keniya û piştre ev pirtûk ji bo min xwend. Ji min re got ‘heke tu dixwazî van pirtûkan bixîne ligel min were.’  Em çûn hewşa malê. Bavê min hindikî erd kola sindoqeke derxist di hindirê sindoqê de jî hembêzek pirtûk derxistin. Di nav pirtûkên ku derxistin de dîwanên Nalî, Mehvî, Kurdî, Herîq, Şêx Riza û gelek helbestvanên din jî têde bûn. Ew pirtûkên ku bavê min derxistin min hemû jî xwendin. Bavê min gelek ji wan pirtûkên helbestan jiber kiribû. Dema ku min ew pirtûk dixwendin kêmasiyên min sererast dikir. Piştî pirtûka ku me dixwend bavê min carek din ew dixist sindoqê û dixist bin erdê. Hemû şevan karê me ev bû. Pê vê ez fêrî xwendina kurdî bûm. Helbestên Hacî Qadirê Koyî û Melayê Cizîrî û hindek helbestên din ên netewî min ezber kirin.”

Bi helbestên wan bandor dibe

Heke mirovek li pêy armancekê be û di wê rêyê de bi biryar be, gihiştin jî hêsantir dibe. Mamoste Hejar bi derfetên xwe û bi evîndariya kurdewarî hînî nivîsandina kurdî dibe. Hejar bi ciwantiya xwe di temenê xwe yê 20 salî de dest bi nivîsandina helbestan dike. Hejar ji naskirina nivîskar û helbestvanên navdar ên wekî Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Vefayî, Hacî Qadirê Koyî û Xalemîn û helbestê wan bi bandor dibe û dest bi nivîsandina helbestên klasîk dike.

Hejar di 24 saliya xwe de li Kurdistanê dibe xortekî navdar. Bi helbestên ku dinivîse bala her kesî dikişîne ser xwe. Di cureyên helbestên wî de peyamên kûr hene. Rastiya jiyan û hebûneke bêwate radixe ber çavan, peyamê dide olperestên sexte û xem nexuran.

 

Back to top button