ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Endamtiya Tirkiyeyê rawestiya, xeyala 2023’yan têk diçe!

Ji 1963’yan ve dewleta tirk hewl dide beşdarî Yekitiya Ewrûpayê bibe. Bi taybetî jî serokomarê tirk Erdogan 2023 armanc dikir. Lê bi polîtîkayên wî yên dijber ew xeyala wî têk diçe. Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlementoya Ewropayê ji bo rewestîna beşdarbûna YE’ê bi 47 dengan pejirand

Pêvajoya ji bo beşdariya Yekitiya Ewropayê ya dewleta Tirkiyeyê ji salên 1963’yan ve dest pê dike. Di sala 1987’an ev pêvajo hinekî din tê bilezkirin. Di sala 1999’an de ji aliyê endamên YE’yê ve ji bo ketina YE’yê wekî endam tê qebûlkirin û di sala 2005’an de jî muzakere dest pê dikin. Ji bo ketina yekitiyê, YE şertan datîne pêşiya Tirkiyeyê. Di warê naskirina mafan, demokrasî, hiqûq, ekolojî û hwd. lê belê Tirkiyeyê van şertan pêk neanîn. Di 2012’an de serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan gotibû; ‘Em li bendê ne ku di 100’emîn salvegera avakirina Komara Tirkiyeyê de di Yekitiya Ewropayê de bin.’ Lê belê li aliyê din jî ji bo ketina YE’yê tu gav nedihatin avêtin, dijberî wê tevgerînek li Tirkiyeyê pêş ket, binpêkirinên mafan zêde bûn û 3 sal piştî vê axaftina Erdogan li Tirkiyeyê êdî hat asta ku kes xwe di ewlehiyê de nebîne. Li ser nerazîbînên YE’yê jî Erdogan radibû digot; ‘Ey Ewropa hûn nikarin dersê bidin me’ û tam jî dijberî pîvan, norm û şertên Yekitiya Ewropayê siyaset û polîtîka meşand.

Li ser vê helwesta Tirkiyeyê gelek caran hat xwestin ku Tirkiye ji endamtiya ketina YE’yê bê avêjtin. Herî dawî Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlementoya Ewropayê, pêşniyara Raportora Tirkiyeyê Katî Pîrî pejirand. Katî Pîrî got ku li Tirkiyeyê bi aşkera rêveberiyek otokratîk heye û hiqûq nemaye.

Di pêşniyaza ku divê danûstandinên bi Tirkiyeyê re yên li ser beşdarbûna Yekitiya Ewropayê (YE) bi dawî bibin de dijî 7 dengan bi 47 dengan hat pejirandin.

Katî Pîrî di rapora xwe de li ser sîstema seroktiyê ya Tirkiyeyê wiha got: “Bi awayekî aşkera rêvebirîyeke otokratîk e (yek kesî ye). Li Tirkiyeyê kontrola demokratîk nemaye û hiqûq tê binpêkirin. Li Tirkiyeyê sîyasetmedar û aktîvîst jî di nav de zêdetirî 50,000 hemwelatî girtî ne.”

Li gorî rewşa ku tê dîtin xeyala Eredogan a 2023’yan têk çûye. Lewre Erdogan ji bo dijminatiya bi kurdan re kûr bike, kurdan tune bike hemû pîvanên mirovî, exlaqî, hiqûqî û demokrasiyê binpê dike. Bêguman dema rewş wiha be tu pîvanên mirovî te di nav xwe de nahewînin.

Back to top button