ÇalakîKongre û Çalakiyên PYDManşêtNûçePYD

Elham Ehmed: Qonax dîrokî ye û pêwîstî bi helwestên zelal heye

Seroka Desteya Rêveber ya Meclisa Sûriya Demokrat Îlham Ehmed di 11.mîn kongreyê Partiya Yekîtiya Demokraty PYD ya Ewropa de axivî û got: Em hêvîdarin ku ev kongira ku di nava wê de gelek wate hene ji bo gelê Kurd di hemû astan de bibe pêngaveke veguhêz.

Ehmed îşaret bi wê yekê kir ku ev qonax qonaxeke veguhêz e di dîroka gelê kurd de û got: “Gelê kurd di qonaxeke veguhêz de ye û qonaxeke mîna qonaxên berê ye, lê ya ku di vê qonaxê de cuda dibe hebûna îrade û ramana rizgariya demokratîk û îradeya gel a berxwedanê, gelek serkeftin bi dest xistine, parastina van serkeftinan û pêşxistina wan bi yekkirina rêzan erkeke exlaqî ye”.

Ehmed destnîşan kir ku Partiya Yekîtiya Demokratîk, partiya ku li ser mîrateya şehîdan û li ser esasê têkoşîna şoreşgerî hatiye avakirin, karîbû siyaseteke demokratîk bimeşîne û hemû pêkhateyan bi rêxistin bike û şoreşa têkoşînê birêve bibe di tevahiya astan de.

Îlham Ehmed anî ziman ku li gelek eniyên şer li dijî Rêveberiya Xweser hene, şerê li dijî destkeftiyên gelan, şerê li dijî bîrdozî û felsefeya Rêber Ocalan û destnîşan kir ku pêwîste di her pêngavê de ev fikir were çespandin ji têkoşîna me da ku em karibin wê bi rê ve bibin.

Lê zêde kir ku, “êrîşa li ser Şengal, Avaşîn û Zab û Tevgera Rizgariya Kurdistanê mîna êrîşa li dijî tevahiya gelê Kurd e, ji ber ku rastiya hebûna Kurd hedef digire. Lewma divê hêzên Kurd li dijî şerê qirkirinê rû bi rû bimînin û li ber xwe bidin û li hemberî van êrîşan helwestên zelal nîşan bidin.

Di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev qonaxa dîrokî pêwîstî bi rêxistinkirina zêdetir heye, divê em destkeftiyên dîrokî biparêzin û li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser hemû herêman helwestên tund hebin û divê gelê Kurd li Ewropayê destkeftiyên şoreşa Rojava di qada navneteweyî de biparêzin û hemû îmkaneyên xwe di asta navneteweyî de bixin xizmeta doza gelê Kurd.

Back to top button