DaxuyanîManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Êla El-Bû Esaf hewldanên fitneyê şermezar kir

Êla El-Bû Esaf a li kantona Girê Spî têkildarî destwerdana dewleta Tirk a dagirker di karûbarên Sûriyê de û hewldanên derxistina fitneyê daxuyanî da. Êla El-Bû Esaf di daxuyaniyê de girêdana xwe bi Sûriyeyeke yekirtî ragihand.

Di daxuyaniya ku ji aliyê yek ji rûspiyên Êla El-Bû Esaf Mehmûd Silêman El-Îsa ve hate xwendin de wiha hate gotin: “Wekî êla El-Bû Eesaf bi mezin û biçûkên em  jî beşek vê welatî ne welatê Sûriyeke yekbûyî.

Bûreyên ku li herêma Girê Spî rûdane ji hewldana kuştina birêz Îbrahîm El-Hesen û şehîdxistina heval Umer Elûş ta bi kuştina Şêx Beşîr Feysel armancên van hemûyan yeke ew ku xizmeta armancên derve bikin ên ku dixwazin aramiya herêmên me li Bakurê Sûriyê ku bi xwîna şehîdan pêk hatiye têk bibe. Hemû îdiayên ku ji aliyê hin dezgehên çapemeniyê û tevna civakî belav dibin nûnertiya me nake, lê nûnertiya xwediyê van îdiayan dike.

Em bi heqiyê re ne, divê em hikmet û mejî bi kar bînin, ji ber ku em hertim dixwazin heqîqetê derxînin, em ne li welatê xwe ne çete ne.

Bijî Sûriyaya demokratîk û azad.”

ANHA

Back to top button