ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

‘Divê hemî pêkhateyên herêmê li dijî êrîşên dewleta Tirk bisekinin

Rûspiyên êlên Kurd, Ereb û kesayetên kantona Qamişlo di hevdîtina ku îro li bajarê Qamişlo bi dirûşmeya “Rûsiyên êlan û pêkhateyên herêmê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û destwerdana wê ji xaka Sûriyeyê re” hate lidarxistin, nîqaş li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê kirin. Hevdîtin bi sponseriya Buroya Giştî ya Têkiliyên Giştî ya QSD`ê li ser xwesteka rûspî û pêkhateyên kantona Qamişlo hate lidarxistin.

Kesên beşdarî hevdîtinê bûbûn, diyar kir ku ev pêngaveke ji bo gelê Sûriyeyê û bi taybet herêmên Bakurê Sûriyeyê ye ku êrîş ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li ser tê kirin, armanca êrîşên wan ew e ku tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin. Her wiha hate diyarkirin ku hemû hovîtî û kiryarên dewleta Tirk a dagirker li pêşberî çavên hemû cîhanê pêk tên.

Beşdaran diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê di aliyê mirovî û exlaqî de nayên qebûlkirin, Tirkiye hewl dide gelê Sûriyeyê bi hev bide kuştin û tekez kirin ku divê dewletên cîhanî û gelê herêmê helwestên xwe li dijî êrîşên dagirkeran û destwerdana wê ji xaka Sûriyeyê re diyar bikin.

Rûspiyên êlên Kurd û Ereb û kesayetên kantona Qamişlo destnîşan kir ku divê hemû gelê Sûriyeyê xwe li hember vê yekê berpirsyar bibîne, yekitiya xwe di pêvajoya ku gelê Sûriyeyê tê re derbas dibe de ava bikin, her wiha diyar kir ku divê gelê Sûriyeyê xwe bi xwe li hev bicive, ji hemû cîhanê re diyar bike ku gelê Sûriyeyê li hember hemû êrîş û komployên ku li dijî wan têne kirin, yek e û tu kes nikare wan parçe bike.

Rûspiyan diyar kir ku civîn û kongreyên ku li derve ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê têne lidarxistin, mîna Soçî û Astanayê, gelê Sûriyeyê lê amade nabe. Ji ber wê bi bin ketin û tu berhem ji bo gelê Sûriyeyê bi xwe re neanîn û aloziya Sûriyeyê kûrtir kirin.   

Beşdaran hevdîtinên ku li ser xaka Sûriyeyê têne lidarxistin, erê kirin û tekez kir ku ew bi diyalogên Sûrî-Sûrî re ne bêyî ku dewletên derve yên herêmî û hêzên navdewletî destwerdanê bikin. Her wiha diyar kirin ku hevdîtinên ku di demên berê de çêbûn, heger Sûrî – Sûrî bûna, dê gelê Sûriyeyê mafê xwe bi dest bixista û aloziya xwe ya ku roj bi roj kûrtir dibe, çareser kiribana.

Her wiha beşdaran destnîşan kir ku ala dewleta Tirk li Efrînê hatiye hildan, mal û milkên gelê Efrînê tên dizîn û talankirin û niha jî artêşa Tirk a dagirker êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê dike. Rûspiyan êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyeyê û destwerdana xaka Sûriyeyê şermezar kirin.

Di dawiyê de rûspiyên kantona Qamişlo diyar kir ku serokkomarê Tirkriyeyê Recep Tayyîp Erdogan dixwaze Bakurê Sûriyeyê dagir bike, ji ber wê divê gelê herêmê yekitiya xwe ava bike, têkiliyên di navbera eşîrên herêmê de xurt bike da ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê têk bibin.

ANHA

Back to top button