ManşêtNûçe

Ehmed Xoce: Rêber Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand akademiyeke zanistî`

Endamê Meclisa Gitşî ya PYD`ê Ehmed Xoce got: Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kiriye akademiyeke zanistî û dewleta Tirk ditirse ku ev zanist di nava gelên Rojhilata Navîn de belav bibe.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce ji ANHA`yê re axivî û got: “Mixabin civaka navneteweyî li hemberî rewşa herêmê û aloziyên li Rojhilata Navîn bêdeng e. Ji bo tunekirina zordestiyê û şikandina vê bêdengiyê divê civaka Kurdistanê serî hildin û têkoşînê xurttir bikin.”

Xoce wiha domand: “Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Bûyerên li ser qada siyasî rû didin bi hev ve girêdayî ne. Ji wan a herî sereke, doza Kurd e. Ev doz û dozên li Rojhilata Navîn bi rewşa rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne. Ji ber ku ew kilîta çareseriya doza Kurd e û bi rêya projeya xwe mafên tevahiya pêkhateyên Rojhilata Navîn parast û misoger kir.“

Xoce da xuyakirin ku tecrîda li ser rêbertî hatiye ferzkirin bi projeyeke giştî ve girêdayî ye ku dewlet Tirk a dagirker plan dike û hewl dide pêk bîne, dewleta Tirk naxwaz fikir û hêviyên wê bigihêjin raya giştî û kolana kurdî bi taybet.

Xoce wiha domand: “Rêbertî girtîgeha Îmraliyê kiriye akademiyeke zanistî. Ji lew re ditirse ku ev fikir û zanabûn bigihêje gelên Rojhilata Navîn, ji ber ku fikirên wî dozên gelên herêmê çareser dike. Fikirê neteweya demokratîk, biryatiya gelan û jiyana hevbeş a wî ne û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên. Ev proje tevahiya dozên ku hêzên hegemonîk nikarin çareser bikin, çareser dike.”

Xoce îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker niha di girtîgehan de tecrîdeke giran li rêber Abdullah Ocalan ferz dike ku di bingehê de tecrîdek ji jiyanê û civaka derve ye.

Xoce diyar kir ku hevdîtinên parêzer, malbat û komîteya tenduristî îro li ser rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî yên pê re tên qedexe kirin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bi rastî ditirse ku fikirên wî bi rêya parêzeran an jî malbatê yan jî komîteya tenduristiyê ya taybet bi rêber Abdullah Ocalan bigihêjin ji derve re.

Xoce da xuyakirin ku bi erêkriina gelek hêz û dewletên cîhanê rêber Abdullah Ocalan di girtîgeheke neqanûnî de dîl hat girtin, di heman demê de wan dewletan rêxistinên qaço yên mafên mirovan ava kirin.  Xoce got  teqez ev rêxistin wê li gorî wan dewletan kar bikin û erka xwe ya exlaqî ku divê pêk bîne, bin pê bike.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê Ehmed Xoce bang li gelê Kurd û tevahiya pêkhateyên Rojhilata Navîn kir ku divê di vê pêvajoya dîrokî de ji bo azadkirina rêber Abdullah Ocalan serî hildin.

Back to top button