DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Her kes dizane çi li Şengalê qewimî di meha Tebaxê de sala 2014’an, piştî êşrîşa rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li ser kurdên Êzdî, bi hezaran ji kalepîr, jin û zarok kuştin, bi hezaran jin hatina revandin û ew birin cihên terorê li Îraq û Sûriya, û frotina jinan wan li bazaran, ev ne cara yekem e ku kurdên Êzdî rastî kumkujiyê tê, lê di demên borî de jî rastî bi dehan ji kumkujiyan hatin ku hebûn, nasname, çand, taybetmandî û ola wan hedefgirtin, ev kumkujî çêbû di dema ku cîhan banga demokratîk û parastina mafên mirovan dikir, ku çarenûsa gelê Şengalê hiştin li hember ji xeternak rêxistinek terorîs di dîroka nûjen de, lê gelê Şengalê bi îmakaneyên xwe yên biçûk karîbûn hêzên parastinê û Rêveberiya Xweser ji bo kar û barên xwe damezirînin, û misogeriya vegerandina kesên ku koçberbûn di encama kumkujiya ku çêbû.

Zextên domdar li ser Şengalê û gelê wê tê li hember fedekarî û daxwazên wan di rêveberiyê û parastinê de.

Em di Partiyên Yekîtiyên Niştimanî ya Kurd li rojavayê Kurdistanê, dibînin ku Şengal êşeke nû tehemûl nake, û normalîzkirina rewşa wê divê nerm be di encama rewşa trajîk û aloz de ya ku terora DAIŞ’ê avakirbû, û her lihevkirinek an normalîzkirinek divê rastiyek be di riya erêkirina gelê Şengalê bi hemû pêhateyên wê li ser xakê bi formulên lihevhatî hemuyan razî bike, tê de hêzên parastinê û rêveberiyên wê û qutkirina rê li ber qirkirinên nû û armanca faşîzma Tirk di tevlihevkirina kaxizan û daxwazên wê yên domdar ku Musil û Kerkûkê pê ve bigrêde û wê bike wîlayeta 82’an li gorî daxuyaniyên rayederên wê.

Em bang li hemû hêzên demokratîk li herêmê û cîhanê dikin ku rê li ber qirkirina Êzdiyan bigrin, her wiha bang li rêxistinên Netewên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî dikin ku rola xwe bilîze ku rê li ber vî tiştî bigre.

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd PYNK

Qamişlo 2021-3-27

Back to top button