Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD hemleya di bin drûşmeya” Bi têkoşîn û yekitiya jinan tundî bi dawî dibe ” destpê kir, hemleya belavkirina belavokan di çarçoveya hemleya sêyemîn ya ku meclisa jin di partiyê de rêxistin kirbû, tê.
Bi berdewamiya hemleyê, îro Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat li bajarê Qamişlo hemleya belavkirina belavokan rêxistin kir bi armanca sekinandina tundiya ku li ser jinê pêk tê.
Belavok li bazar û hin kolanên bajêr hatin belavkirin.
Hêjayî gotinê ku hemleya belavkirina belavokan berdewame li ser asta tevahiya herêmên bakur û rojhilatê Sûriya.