ManşêtNûçe

Hesen Koçer: Pêwîst e gel tekoşîna xwe bilind bike, dagirkeriyê bişkîne

Endamê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhelatê Sûriyê Hesen Koçer, li ser gefên herî dawî yên dagirkeriya Tirkiyê, berxwedana Gerîla û îxaneta PDK ê ji Radyo Dengê Rojava re axivî.

Hesen Koçer, diyar kir ku armanca gefên dawî yên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tinekirina Gelê Kurd li Rojhilata Navîn e. Her wiha da zanîn ku dagirkeriya Tirk bi tawana avakirina “herêmên aram” dixwaze hin herêmên din dagir bike û wan herêman jî bike herêmên ne ewle ku mîna (Efrîn û Serê Kaniyê û Girê Spî) kuştin, dizî, û talankirin lê rû bidin.

Di berdwamiya axaftina xwe de Koçer got, “Şerê Ukrayna û Rûsyayê sûdê li Tirkiyê dike û ne dûr e ku li hevkirinek li dijî Bakur û Rojhelatê Sûriyê çêbibe.”

Hesen Koçer, berxwedana gerîlayên azadiyê jî nirxand û piştrast kir ku berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê, dewleta Tirk tengav kir, ji lewra berê xwe dide Bakurê Sûriyê. Hesen Koçber bi van gotinan bang li gel kir ku li hemberî van gef û êrîşan xwedî helwest be: “Radeya gelê me bi hêz e, dijmin her çiqas êrîş bike nikare, em ji dijmin natirsin û ev 50 sal in em şerê wan dikin, pêwîst e gelê me guh nede her gotinên ku dijmin dibêje.”

Hesen Koçer, bi gotina “ger êrîşeke nû li ser herêmê ji aliyê Dewleta Tirk ve pêk were, wê DAIŞ zindî bibe û li ser tevahî cîhanê wê bibe xeterî, pêwist hêzên navdewletî jî vê bizanibin” bal kişand ser têkiliya di navbera êrîşên Tirkiyê û zindîkirina DAIŞ’ê de û xwest ku hêzên gerantor helwesta xwe zelal bikin û nebin şirîkê qetilkirina Kurdan. Koçer diyar kir ku ger êrîşek çêbibe, tê wateya an Amerîka, an jî Rûsya erê kiriye, an na Tirk bi tenê nikarin êrîşekê pêk bînin.

Endamê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xwese Hesen Koçer, li ser hevkariya PDK`ê bi dagirkeriya Tirk re jî nirxandinên girîng kirin û got; “PDK bi rawakirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê, bi tawana ku Tevgera Azadiyê li wir bi cih dibe xwe dixapîne. Li Başûrê Kurdistanê ger PDK’ê hevkariya Tirkan nekiriba, wê têk çûba. Dewleta Tirk a ku PDK’ê piştgirtiya wê dike, naxwaze ku malbata Barzanî ser bikeve, ne jî statuya Başûr pêş bikeve, ev yek jî di referandûmê derket holê.”

Hesen Koçer, diyar kir ku PDK’ê bi zimanê Kurdî diaxive, lê bi hişmendiya Tirkan tevdigere; Kurdistan li ser navê Kurdên bi rûmet tapûkirî ye, ne li ser navê malbata Barzanî.

Koçer, di dawiya nirxandinên xwe de tekez kir ku armanca dagirkeriya Tirk tinekirina hemû Kurdan e, lê dagirker têk diçe, pêwîst e gel tekoşîna xwe bilind bike, dagirkeriyê bişkîne û bila her kes bizanibe ku dawiya Erdogan, dawiya PDK’ê ye.

ANHA

Back to top button