ManşêtNûçe

Dixwazin bikaranîna çekên kîmyewî veşêrin

Cîhad Ebdulah ku ji malbata wî di bombebarana Tirkiyeyê de 3 kes ji ber gaza kîmyawî birîndar bibûn, diyarkir heta niha jî rewşa tendirustî ya her sê ferdên malbata wî nebaşin. Cihad da zanîn nexweşxane naxwaze di raporê de eşkere bike ku çekên kimyayî hatine bikaranîn.

Roja 4’ê Îlonê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Hirur a herêma Berwarî Bala ya ser bi Dihokê bombebaran kir. Dewleta Tirk di bombebaranê de çekên kîmyawî bi kar anî. Di encamê de ji heman malbatê 3 kes ji ber gaza kîmyawî birîndar bibûn.

Cihad Ebdullah ê ku dayik, bav û xwişkek wî ji ber bombebaranê bi jehrê ketin, di derbarê rewşa tendirustiya wan û dosya bûyerê de ji Rojnews’ê re axivî.

Cihad da zanîn niha ji malbata wî kes li nexweşxaneyê nemaye û li malê tedawiya xwe dikin. Her wiha diyarkir heta niha jî rewşa wan a tendirustî xirabe û ji ber bandora çekên jehrî gêj dibin û xweş nabînin.

Cihad da zanîn ew ji ber bê helwestiya aliyên peywendîdar a li beramberî bûyerê bi fikarin û got, “Ev bûyera hatî serê me, ji bûyera kimyebarana Helebce ne kêmtire. Lê mixabin em hatine paşguhxistin. Me li Saziya Mafê Mirov gilî tomar kiriye. Lê nexweşxane raporek dirist nade me heta em bikarin wek belge bikarbînin.”

Cihad destnîşankir wan çend carek hewil dane ji nexweşxaneyê raporek dirist wergirin, lê nexweşxaneyê ji wan re eşkere nekiriye ku ew kes bi çekên kimyayî birîndarbûne. Cihad got, nexweşxaneyê ji wan re gotiye rewşa wan başe û ti pirsgirêkek wan nîne.

Ji beriya niha jî Cihad Ebdullah di daxuyaniyek ji bo Rojnews’ê de eşkere kiribû ku li nexweşxaneyê bijîşkan eşkere kiriye ku ew her sê kes jehrî bûne û dermanê li dijî jehrê dane wan.

Back to top button