ManşêtNûçe

Li Efrîna dagirkirî hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê berdewam e

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk nahêlin şêniyên gundê Beradê yê Şerayê biçin zeviyên xwe û bacê li wan ferz dikin.

Li Efrîna dagirkirî kuştin, talan, ji holêrakirina ziman û revandina jinan dewam dike..

Bi ser de, êdî gepeke nan jî li Efrîniyan qedexe dikin..

Koma bi navê “Feyleq El-Şam” a girêdayî dewleta Tirk a dagirker, der heqê şêniyên gundê Beradê yê navçeya Şêrawayê de biryareke nû daye..

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan eşkere kir ku çeteyên Feyleq El-Şam rê nadin ku şêniyên gund biçin nav zeviyên xwe..

Çavdêriyê got: “Ji bo şêniyên Beradê bikarin biçin nav zeviyên xwe û berhemên xwe biçinin; divê destpêkê erênameyek ewlehiyê ji çeteyên li gund wergirin û bacê bidin.

Ji şêniyên gund ê ku li gor biryara çeteyan tevnegere, dê bê girtin û cezakirin”.

Dewleta Tirk bi van biryaran, hewl dide Efrînîyên ku li ser xaka xwe mane jî bide koçberkirin û mal milkên wan desteser bike û çeteyan li wan bi cih bike.

Di vê çarçoveyê de, çeteyên Sultan Murad li gundê Kefer Cenê yê Şerayê, mala şêniyekî desteser kirin.

Li gor Çavdêriyê, xwediyê malê li Helebê dimîne û xizmê xwe bi kirê lê bi cih kiriye..

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku çeteyan piştî desteserkirinê ew kes qewitand û mal ji bo xwe kir baregeh..

Li Efrîna dagirkirî, mal û milkên xelkê rojane tên dizîn û talankirin.

Digel van sûc û hovîtiyan, civaka navdewletî xwe li ber van sûcan bêdenge.

Back to top button