GotarManşêt

Dîroka Kurdî di diyardeyek reş de, îro xwe dubare dike

Biradostê Mîtanî

Ew e helwesta imbiratoriya Kaşî (Di Kurdistanê de) di bara dewleta Xorî -Mîtanî de(Li,Rojavayê Kurdistanê).

Dewleta Xorî Mîtanî li Rojava û Bakurê Sûriyê 1550-1200 b.z ava bû. Paytexta wê Waşukanî ,li cem Serê kaniyê bû.Şerê dagirkeran dikir û xwe xurt dikirin.

Imbiratoriya Kaşî 2225-1157 b.z ,pir bi hêz û mezin bû. Gelek dever ji Bakûrê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê û ji xwe Rojhilatê Kurdistanê jî û paytxta wê li wir navê wê Larsayê bû û wilo kendav û Iraq jî di destên wê de bûn, 600 salî bi navê Kurdoniyaş û carinan Rojava jî.

Her du dewlet ji pêşiyên me gelê Kurd in..

Di berevaniya dewleta Xorî Mîtanî de ,di ber Rojava û Bakurê Sûriyê de ,dijî ferûnên Misrî . Padîşahê Kaşî Kara Xandîş ,bi artêşa xwe tevlî ya ferûn Tihotimsê Siyem ê misrî bû ,di hilmeta wî ya (17)an de. Li keviya çemê Ferêt 1457 b. Z

Mîrekên Sûriyê di hevpeymana dewleta Xorî Mîtanî de bûn û bi serokatiya wê .

Wan mîrekan pişta xwe ji dewleta Xorî Mîtanî digirtin ,dijî hilmetên ferûnên Misrî yên dagirker û ji padîşahê Kaşî Karî Galzo yê yekem 1412b.z xwestin ku arî wan bike ,ji bo ji Sûriyê berdin artêşa Misrî ,lê wî qîma xwe ne anî.

Di milmilniya di navbera dewleta Xorî Mîtanî û Aşûriyan de .Padîşahê Kaşî Korî Galzo yê diwem kete hevpeyama Aşûriyan de ,dijî dewleta Xorî Mîtanî ,sala 1345b.z û wilo jî Xorî Mîtanî bi ser ketin û Nînewa ma di destên wan de ,lê bi mafê Otomî ji Aşûriyan re .

Li gor wilo jî dewleta Mîtanî xurt bû û xwe li ser siyaseta derdorê tev ,bi taybet a Ferûnên Misrî ferz kir û ew bûne hevalên wê.Nexasim dema ku Nefertîtî keça padîşahê Xorî Mîtaniyan bû hevjîna ferûnê Misrî Exnaton û ew helwest û hewlidanên Kaşiyan dijî birayên wan ên Mîtanî bûç bûn.

Xwîşk û birayên hêjan : Ma vêce ew dîrok îro ,ji aliyên beşek ji kurdên me ve, li hindirû û Kurdistanê , xwe li Rojavayê Kurdistanê ya rizgarbiwî dubare nake û ew beş li pişta dijmin,dijî Rêvebiriya Xweser bi giştî û dagirkirina Efrînê ,Serê kaniyê û Girê spî de bi taybet nesekinî û ta îro jî nasekine.
Ta kengî ew beş ji gelê Kurd wê şiyar bibe û li gor bercewendiyên kesayeta Kurdî kar bike.

Back to top button