ManşêtNûçe

Di nava hefteyekê de dagirkeran li Efrînê 7 welatî revandin

Çavkaniyên ji navçeya Şêrawa ya Efrînê ragihand ku çeteyên “Polîsên Leşkerî” 2 welatî (Xelîl Ebdo Mihemed (32) û Mehmûd Hisên Şêxo) ji şêniyên gundê Basûtê yê kantona Efrînê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çavkaniyên ji navçeyên Cindirês û Mabetayê jî diyar kir ku çeteyên “Polîsên Sivîl” 4 welatiyên bi navên Ebdulezîz Betal, Elî Ebdo Ziyad û Cûma Ehmed Elî yên ji gundê Kora yê navçeya Cindirêsê û welatiyê bi navê Ehmed Henan Reşo yê bi navê ‘Ebo Delîl’ tê nasîn ê ji gundê Şêxûtka yê navçeya Mabetayê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin û heta niha aqûbeta wan ne diyar e.

Li aliyekî din, çavkaniyekî destnîşan kir ku çeteyên “Cebhe El-Şamiyê” li navenda kantona Efrînê welatiyê astengdar ê bi navê Cîhad Henîf ê ji şêniyên gundê Dîkmedaşê yê navçeya Şera revand ku ji bo dermankirinê diçû bajarê Ezazê yê dagirkirî.

ANHA

Back to top button