Nûçe

Dewleta Tirk di şexsê Çîçek Kobanê de kîna xwe ya li hemberî jinên Kurd nîşan da

Kordînasyona Kongreya Star ya bajarê Kobanê daxuyaniyek der barê dîlgirtina Çîçek Konabê da, tê de bang li hemû saziyên sivîl, jinên cîhanê, saziyên heqûqnas hat kirin ku li hember vê cezaya ne exlaqî û ne qanûnî bisekinin û bê deng nemînin

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Kongreya Star a kantona Kobanê Madlîn Şêx Xidir hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: Di qonaxeke ku cîhan tevda bû şahidê ked û xwîna şervanên jin ên kurd di hilweşandina cîhadîstên terorîst ên DAIŞ’ê û têkbirina hêza wê, lê mixabin ku cîhan li hember wê deyna dîrokî bêwefayî da nîşan, delîla herî berçav a vê yekê bêdengiya qada fermî û ya sivîlî li hember dilgirtina şervana YPJ û hemwelatiya Sûriyê Çîçek Kobanê a ku di şerê têk birina DAIŞ’ê de di mewziyê herî pêş de şerekî bê hempa kir.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: Dewleta Tirk ji dîlgirtinê zêdetir bi hikmê heta hetayî di derheqê şervana YPJ Çîçek Kobanê a bê sûc û bê guneh tecawizeke xuya û mezin ji zagon navdewletî û ji hemû rêgezên exlaqî re dike ji ber ku wê hikim di derheqê hemwelatiyeke welatîk dîtir birî û di şexsê Çîçek Kobanê de kîna xwe ya li hemberî jinên Kurd nîşan da.

Di daxuyaniyê de bang li hemû, saziyên sivîl, jinên cîhanê û saziyên heqûqnas kirin ku li hember vê cezaya ne exlaqî û ne qanûnî bisekinin û bê deng nemînin, her wiha em jî wek Kongreya Star soza têkoşîna xwe bilind dikin û tekez dikin ku ti kiryar û hewildan nikare vîn û eşqa me ji azadiyê re vemrîne.

Back to top button