ManşêtNûçe

Desteya olî ya Êzidî: Hewldana desteserkirina Şengalê berdewamkirina qirkirina Êzidiyan e

Desteya olî ya Êzdî îro li goristana Çiyayê Çilmêra ya Şengalê daxuyaniyek da û wiha got: “Bi navê xwedayê mezin û bi navê xwîna şehîdên Şengalê, em li şûna lêvegera olî ya bilind a Şengalê vê daxuyaniyê didin.”

Daxuyanî li ser mezarê çiyayê Çilmêra, ji aliyê serokê yek ji eşîrên Êzidî, Dexîl Murad ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

Em weke Desteya Olî û oldarên Şengalê her cure êrişên li dijî çiyayê Şengalê û şêniyên Şengalê şermezar dikin û got:”Em bang li raya giştî û cîhanî, xwediyên wijdan, gelên aştîxwaz û şêniyên Şengalê dikin ku li kêleka civaka Êzidî bin û li dijî plan û êrişên hewldana desteserkirina çiyayê Şengalê û koçberkirina şêniyên wê bisekinin. Em destwerdana artêşa Iraqê ji çiyayê Şengalê re şermezar dikin.

Em weke oldar û zanyarên ol ji vî cihê pîroz radigihînin ku em tu carî radestî kesî nabin û çiyayê Şengalê radestî tu kesî nakin, ger hikumeta Iraqê di şandina Hêzên xwe ji çiyayê Şengalê re bi îsrar be, em ê bi hemû derfetên heyî têkoşîn bikin û Şengalê û gelê wê biparêzin. Em bang li tevahî pêkhateyên Êzidî yên Iraq û cîhanê dikin ku li dijî her cure destwerdan û êrişeke artêşa Iraqê ya li ser çiyayê Şengalê bi bisekinin.”

Di daxuyaniyê bang li ciwan, mêr û jinan hat kirin ku çekên xwe hildin ser milê xwe û li dijî her êrişekê li ser çiyayê Şengalê bisekinin. Her wiha hate gotin ku divê her kes bizanibe ku planên bi armanca destserkirina çiyayê Şengalê, berdewamiya qirkirina Êzdiyan e.

Her wiha piştrast kir ku ev plan komployeke Kazimî û hikumeta wî û bi tensîqa bi aliyên navdewletî û herêmî re ye ku armanca tunekirina Êzdiyan e. Ji ber vê ger êrişek li dijî çiyayê Şengalê pêk were, Kazimî berpirsiyarê wê ye.

Desteya olî ya Êzidî ya Şengalê daxuyanî wiha domand: “Em weke oldar li ser navê şêniyên Şengalê dibêjin ku em ê bi hemû derfetên xwe yên heyî bersiva van gefan bidin. Em ê dengê xwe bigihînin tevahî dewlet, rêxistinên cîhanî û Neteweyên Yekbûyî ku hikumeta Iraqê û hikumeta Kazimî hewl dide serweriya xwe li ser çiyayê Şengalê ferz bike û gelê Êzidî qetil bike.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em ji hikumeta Kazimî û bi taybet ji Kazimî bi xwere dibêjin ku em tu carî teslîmkariyê qebûl nakin û tu carî dest ji parastina rûmeta xwe, axa xwe, civaka xwe û xwîna şehîdên xwe bernadin.”

ANHA

Back to top button