DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Têkoşîna dîrokî li dijî zihniyeta baviksalarî berdewam e, û gihaştiye lutikeya xwe, dîrok şahîdê hêz û meznahiya jinê bû qidreta wê ya ku ji mirinê jiyanê ava dike, û xwediya hemû taybetmendiyên hezkirin, edalet û mirovahiyê, lê ev yek dirêj nebû, ji ber ku zihniyeta paşverû li dijî jinê şer kir maf û qanênên wê dizîn, ji bo têkbirina hêz û pîrozbahiya wê tevahiya awayên tundiyê li ser wê pêk anîn, di dema heyî de tevî hemû awayên zordariyê yên der heqê jinê pêk tên ji kuştin, koçberkirin û xwekuştinê, lê jinê xweradestî vê zihniyetê nekir, û mînaka vê yekê berxwedana qehremanî ya ku jinan di şoreşa mirovahiyê de li bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn ku ji hemûyan re îsbat kir ku ew kare hemû zincîrên adat û urfên berê bişkîne, hêz û qanûnên xwe vegerîne di riya pêşengtiya şoreşê û gihaştina aştî û serkeftinê.

Em di Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD û ji destpêka pernesîbên ku em li ser kar dikin em ê têkoşînê bilind bikin ji bo rawestandina diyardeya tundiya der heqê jinan bi baweriya me bi azadiya jinê û têkoşîna li dijî hemû awayên tundiya der heqê wê, me hemleya sekinandina li dijî vê diyardeyê di meha Eylûnê de di sala 2020’an destpê kirbû bi drûşmeya ” Na ji kuştina jinan re” û hemleya duyemîn di meha Sibata sala 2021’an de bi drûşmeya” Na ji komployê, na ji dagirkeriyê, na ji tundiyê”, û hemleya sêyemîn di meha Nîsana sala 2022’an bi drûşmeya ” Bi têkoşîn û yekîtiya jinê tundiyê bisekinîn”.

Îro, em domandina hemleya me ya çaremîn bi drûşmeya ” Na ji kuştina jinan re, Jin, Jiyan, Azadî” radghînin, ku em rijîna xwîna hemû gelan û tevahiya binpêkirin û sûcên ku di bin navê şerefê pêk tê der heqê jinê li herêmên dagirkirî şermezar dikin, daxwaz ji tevahiya rêxistinên hiqûqî, saziyên femînist û civaka navdewletî dikin ku erkê xwe bi cih bîne ji bo rawestandina vê diyardeyê, her wiha em bang li tevhaiya jinan dikin ku têkoşîn û berxwedaniya xwe li dijî zihniyetên paşverû bilind bikin ji bo bi hev re bighêjin civakek demokratîk bawer be bi azadiya jinê.

Bernameya hemleyê wê wiha be:

1- li dar xistina semînerên diyalogê li kantonan.

3- li dar xistina forumek diyalogê li herêma Cizîrê û Efrînê.

4- çêkirina hevdîtinên medyayî û nivîsandina gotaran derbarê diyardeya tundiya li ser jinan.

5- serdana jinên ku tundî li dijî wan pêk hatiye.

2023-10-31

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

Back to top button