ManşêtNûçe

Dagirkeriya dewleta Tirk li Rûsyayê hate şermezarkirin

Bi navê saziyên Kurdan ên li Rûsyayê û Civata Dewletên Yekbûyî, li paytext Moskowayê daxuyaniyek hate dayin û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Serokê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd a Navneteweyî Arîf Azmanî hevkariya PDK’ê û Barzanî ya bi dewleta Tirk a faşîst re şermezar kir û hişyarî da ku berdêla vê xiyanetê wê giran be.

Arîf Azmanî destnîşan kir ku hêzên bi dewleta Tirk a faşîst re hevkariyê dikin wê hesab bidin û got, “Êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, di heman demê de êrişa hikumeta navendî ya Iraqê ya li ser Şengalê tesadûfî nîne. Careke din hatiye dîtin ku dijminatiyê li gelê Kurd dikin.”

Azmanî destnîşan kir ku mîna beriya niha, ev êriş jî wê têk biçe û gerîlayên gelê Kurdistanê wê bi ser bikevin.

KRASNODAR

Kurdên li herêma Krasnodarê jî li hev civiyan û êrişên leşkerî yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dagirekeriyê re şermezar kirin.

Bi navê Kurdên li Krasnodarê, endamê Şandeya Rûspiyan Hesenê Telo û Wekîl Abdullah axivîn û diyar kirin ku divê raya giştî ya cîhanê li hemberî êrişên dewleta Tirk a faşîst bêdeng nemînin û tavilê helwestê nîşan bidin.

Qisekeran diyar kirin ku dewleta Tirk a faşîst ji dîrokê ve Kurdan her tim qetil kirine, vê carê jî bi operasyoneke berfireh li çar parçeyên Kurdistanê dixwaze destketiyên gelê Kurd tune bike.

Her wiha destnîşan kirin ku hevkariya PDK’ê ya bi dijminê Kurdan re zerarê dide yekîtiya neteweyî ya Kurdan û hate ragihandin ku mîna beriya niha, êrişa vê dawiyê jî wê bê têkbirin.

ANF

Back to top button