ÇalakîJinManşêt

Têkiliyên jin a partiya me bi yekîtiya rewşenbîrên Rojavayî Kurdistanê hevdîtin dike

Ji bo xurtkirina têkiliyan di navbera jinên bakur û rojhilatê Sûriyê de ji hemû pêkhateyan, şandek ji têkiliyên jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, duh 20’ê Nîsanê serdana yekîtiya rewşenbîrên Rojavayî Kurdistanê HRRK’ê li bajarê Qamişlo dike.

Şande ji “Şadiya Omer” û “Erîfa Bekir” endamên têkiliyên jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk de.

Di serdanê de, li ser rola jinan di şoreşa Rojava û çawaniya avakirina çarçoveyek ku jinên li hemû herêmên tê de cih digire ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan, hat nîqaşkirin.

Her du aliya bal kşandin ser vê yekê, ku jin hê jî li hemberî hemû cureyên tundî û zordariyê ji aliyê zihniyeta baviksalarî ji bo şkandina vîna wê, Ji ber vê yekê divê jina xwenda rola xwe ya di civakê de derxe pêş û pirsgirêkên bi jinan ve girêdayî çareser bike.

Her wiha li ser rola jinan a di nava eşîran de û girîngiya şikandina bendên ku azadiya wan asteng dike jî hatin nîqaşkirin.

Di dawiya serdanê de her du alî tekez li ser domandina serdanan ji bo bihêzkirina têkiliyan di navbera xwe de kirin.

Back to top button