HevpeyvînManşêtNûçe

Dagirkeriya DAIŞ ber bi dawî ve diçe

Berdevka pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa El-Abdullah diyar kir ku Şerê Tunekirina Terorê ber bi dawiyê ve diçe û wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê ji bo dirêjkirina temenê xwe û astengkirina pêşketinên QSD’ê, sivîlên ku di destê wan de mane wek mertalên zindî bi kar tînin.”

Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê bi pêşdeçûna şervanên QSD’ê berdewam dike. Di van hefteyên dawîn de bi hezaran sivîl ji destê çeteyan hatine rizgarkirin. Lê hîn jî gelek sivîl di destê çeteyan de mane û çete wan wek mertalên zindî bi kar tînin.

Berdevka pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa El-Abdullah der barê  nirxandina pêşketinên dawîn ên Şerê Tunekirina Terorê axvî û got:”QSD’ê li dijî çeteyan herêma rojhilatê Firatê heya sînorên Iraqê ji operasyonan re diyar kiribû. Kêm maye operasyon bi dawî bibin.”

Lîlwa destnîşan kir ku li gundewarên Baxoz û El-Miraşdê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran rû didin û wiha pê de çû: “Çeteyên DAIŞ`ê ji bo temenê xwe dirêj bikin sivîlên ku di destê wan de, di erdnîgariyeke biçûk de wek mertalên zindî bi kar tînin. Lê şervan korîdorên ewle vedikin da ku sivîlan ji destê wan rizgar bikin û bigihînin herêmên rizgarkirî.”

Lîlwa bal kişand ser ku pêngav ji ber gefên Tirkiyê li dijî Bakurê Sûriyê gelek caran rawestiyaye û wiha axivî: “Tirkiye bi gefên xwe armanc dike ku temenê DAIŞ`ê dirêj bike. Serkeftin nêz e û dê di demeke nêz de mizgîniya serkeftinê bidin şêniyên herêma Dêrazorê.

Lîlwa destnîşan kir ku hîn tu erdnîgariyên diyar tune ne û wiha got: “DAIŞ`ê hîna li Bakurê Sûriyê tune nebûye. Şaneyên wê li herêmê çalak in û mayinan li herêmên ku tê de ne, diçînin.”

Lîlwa El-Abdullah di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku tîmên endezyariyê yên girêdayî QSD’ê yên rakirina mayinan bi awayekî xurt kar dikin û wiha axivî: “Sivîlan vediguhêzin herêmên ewle heya ku ewlehî ji nû ve vegere herêmên wan.”ANHA

Back to top button