ManşêtNûçe

Gelê Tirkiyê li dijî hikûmeta Erdogan derketin qadan

Bi bilindbûna nirxê pereyên biyanî li navendên pereguhertinê, dolar gihaşt 13.50 TL, Euro jî heya 15.01 bilind bû.

Bi daketina nirxê lîreya Tirkiyê û kûrbûna krîza aborî re gel li Stenbol û Enqerê daketin kolanan.

Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê endamên Partiya Karkerên Tirk (TÎP) û Partiya Ji Nû Ve Avabûna Sosyalîst (SYKP) û gelek welatî daketin kolanan û AKP û Erdogan şermezar kirin.

HIKUMET ÎSTÎFA

Endamên SYKP’ê pankartên “Wiha naçe, Tayyîp îstîfa” hildabûn û bi meşaleyên di destê wan de meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşme hatin berzkirin.

TÎP jî li ber Şaxa Banka Navendî ya Stenbolê ya li Kadikoyê hatin cem hev û daxuyaniya çapemeniyê dan.

Di daxuyaniyê de pankarta “We herimand, hûn ê werin darizandin hikumet îstîfa” hat vekirin. Di dema daxuyaniyê de berdewama dirûşmeya “AKP wê hesab bide gel” hat berzkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku AKP’ê Tirkiye ber bi heldêrê aniye û hat ragihandin, “Em ê yên herimandî darizînin, em ê ji yên nanê me dizîne hesab bipirsin. Em ê Tirkiyê ji tarîtiyê derxin û bigihînin ronahiyê,”

Li taxa Esat a Çankayayê jî tevî astengiyên polîsan bi dehan kes bi berzkirina dirûşmeyên AKP îstîfa” meşek li dar xist.”

ANHA

Back to top button