ÇalakîManşêt

Civîna salane ya ciwanên PYD tê li darxistin

Îro li barjarokê Rimêlanê di dîroka 2021-1-13 roja çarşemê civîna salane ya ciwanên Partiya Yekîtya Demokrat tê li dar xistin, di bin drûşmeya “Dem dema rêxistnbûn û parastina şoreşê ye”, bi beşdarbûna hemû rêveberiyan herêman Firat, Cizîrê û Efrînê, tê payîn ku wê di civînê de wê rapora salane were xwendin û rewşa siyasî û rêxistinî bê nirxandin, her wiha di civînê de wê kar û çalakiyên ciwanan di der barê sala borî de were nîqaş kirin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan, piştre wê rewşa siyasî li herêmê bi giştî wê were nîqaş kirin, her wiha rewşa rêxistinî ya ciwanan di der barî sala borî de.

Di civînê de wê bal bê kişandin li ser rêxistin û kordînasyona di navbera endamên ciwanan li her sê herêman, wekî di danîna kar ji bo bê pêkanîn li gorî mekenîzmeya kar wê ciwan xwe bispêrinê di der barê sala 2021’an.

   

Back to top button