Nûçe

Herêma Kurdistanê bi hezaran pirtûk diyarî zanîngeha Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin

Grûpek ji saziyên  perwerde, çandî, pirtûkxane û kesayetiyên ekadîmî li Başurê Kurdistanê  nêzî 10000 hezar pirtûk ji Zanîngehên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê re şandin di însiyatîfek yekemîn li ser asta herêmê bi giştî.

Ev însiyatîf di çarçoveya xurtkirin û pêşxistina têkiliyên çandî de tê, hre wiha piştgiriya buroyên zanîngehan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pirtûkên cihreng.

Serokatiya zanîngeha  Rojava û zanîngeha Kobanê  spasiya her kesê ku piştgirî da vê însyatîfê, û ev însiyatîf wekî projeya şaristanî wesif kirin, bi hêviya berdewamiya ev însiyatîfa wisa hêja û danûstandina domdar.

Serokên zanîngehan li Rojava spasîya muzeya “Omni Surah Ke” kirin… ku ev hejmara pirtûkan di bin çavdêriya wan de hat berhev kirin.

Navê sazî, navend û kesayetiyên ekadîmî yên ku başdarî şandina pirtûkan bûn  ev in:

Pirtûkxaneya Mam Celal El-Talbanî- Saziya Serdem a weşandinê- buroya giştî li Silêmaniyê- zanîngeha perwerde û zanista bingehîn- zanîngeha bijîşka diranan- zanîngeha zanistên siyasî- zanîngeha çandiniyê- buroya navendî li zanîngeha Silêmaniyê- buroya ragihandina yekêtiya niştimanî ya Kurdistanê YNK- rêveberiya giştî ya pirtûkxaneyan- yekîtiya rojramegeran- Nûrî Kerîm- Kana Alî Mehmûd- Mehmûd Merûf Qerh Daxî- Taha Suleyman- Kemal Muhemed Mehmûd Hesen- Bewar Nûr Eldîn sabir- D.Kemal Şerîf- D.Salih Necîb Mecîd- D.Ehmed Muhemed Emîn- mamoste Refîq Mehmûd- saziya Cemal Erfan- Ekadîmiya ragihandina YNK- Nozad Celal- Zanîngeha bazirganî- Aram Ekrem Muhemed- Ekadîmiya Bedirxan- zanînhega çandiniyê beşa axê- Beneh Cîn- rêveberiya zanîngeha Silêmaniyê- rêveberiya zanîngeha Selah eldîn- navenda dîroka YNK- rojnameya Kurdistan Newa- peymangeha mîrata Kurdî- saziya Aeydiya- Ekadîmiya ElKurdî- pirtûkxaneya navendî li zanîngeha selah Eldîn- rêveberiya giştî ya pirtûkxaneyan li Hewlêrê- yekîtiya birtûkxaneyan li herêma Kurdistanê- Ceza Ehmed- saziya çandî ya pêşerojê- D. taha Resûl- Kawa Fayîq- Kîlan Ebas.

Back to top button