ManşêtNûçe

Cîhan bi têkoşîna li dijî Koronavîrûsê, Tirkiye jî  bi guhertina demografî mijul e

Di dema ku cîhan bi têkoşîna li dijî Koronavîrûsê mijul bûye, artêşa Tirk a dagirker siyasetên guhertina demografiya herêmên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine didomîne. Îro artêşa Tirk a dagirker 19 basên tijî malbat û şêniyên Xûta, Idlib, Hims û gundewarê bakurê Helebê ji bajarê Cerabuls ê dagirkirî bi rêya axa Tirkiyê derbasî bajarê Girê Spî kirin da ku wan li bajêr bi cih bike.

Li gorî çavkanî û çalakvanan artêşa Tirk a dagirker ji ber du armancan lez da veguhestina malbatên çeteyan, a yekê ji bo ku demografiya herêmên dagirkirî biguhere, ya din da ku komên çeteyan ên ku li Serêkaniyê û Girê Spî êdî çalakiyan lidar dixin ji bo ku wan bi komên din biguherin, bêdeng bike. Ji ber wê Tirkiyê malbatên wan çeteyan bi rêya otobûsan bê pere ji wan re şandin û malên şêniyên resen li her du bajarên dagirkirî dan wan da ku daxwaza wan a derketina ji herêmê rawestîne.

Ji aliyekî din ve li gorî agahiyên ku ji çavkaniyan ji hundirê herêmên dagirkirî hatin bidestxistin, wê du roja rê werin vekirin da ku malbatên din ên çeteyên Ehrar El-Şerqiye û El-Cebhe El-Şamiye bînin bajarên Serêkaniyê û Girê Spî.

Li rex wê, artêşa Tirk a dagirker hilweşandina malên sivîlan li gundên ku dagir kirine, didomîne. Li gundê Şirkirak ê girêdayî navçeya Eyn Îsa li bakurê Reqayê dagirkeran di rojekê zêdetirî 20 mal hilweşandine, piştî ku şêniyên gund ji ber topbaran dijwar ji hêla dagirkeran ve koçber bûne.

ANHA

Back to top button