ÇalakîManşêt

Bi boneya 8’ê Adarê.. Meclisa Jin a PYD’ê du semîner li Başûrê Kurdistanê li dar xist

Di bin dirûşmeya “têkoşîna me misokerkirina şoreşa jinê ye”de, Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û bi kordînasyona nûnera Kongira Star li herêma Kurdistanê, duh 3’ê Adarê du sermîner ji bo civaka Rojava li Başûrê Kurdistanê, li Hacî Awa a herêma Raperîn û kampa Arbet ê koçberan li bajarê Silêmaniyê, li dar xist.

Her wiha bi boneya 8’ê Adarê “Cejna jin a cîhanî” Meclisa Jin du semîner li herêma Kurdistanê li dar xist, ku ji hêla Nûrşan Hisîn nûnera Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê li herêma Kurdistanê û Hêlîn Muhemed endama Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de li Başûr, herdû semîner hat dayîn.

Di herdû semîneran de, dîrok û sedemê binavkirina 8’ê Adarê bi Roja Jin a Cîhanî nîqaş kirin, û ew li ser sala 1857’an axivîn, dema ku li dor 40 karkirên tekstîlê li NewYorkê ya DYEyê, ji bo protestokirina kêmbûna mûçeyên wan û demên dirêj ên xebatê, ketin grevek giştî, û wan di demjimêr û mûçeyên kar de wekheviya bi mêran re xwestin.

Di semînerê de rola pêşeng a kesayetiya jina Kurd, ku bû sembolek berxwedan û azadiyê, û ji jinên cîhanê re bû mînakek, tekez kir, û ev di şoreşa Rojava de diyar bû, ku ew bi hemû şêwazên xwe li dijî terorê li ber xwe da, û li dijî zihniyeta desthilatdar a mêran sekinî, û karibû rola xwe di her aliyê jiyana leşkerî û rêveberî de bibîne.

Di dawiya sermînerê de nîqaş li ser girîngiya pêşvexistina raman û xweseriya jin, nemaze jinên Kurd, bi dawî bû.

Back to top button