CivakHevpeyvînManşêtNûçe

Bi berxwedaniya jinan wê dagirker têk biçin

Bi armanca şermezarkirina tecrîda giran ku dewleta Tirk li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ferz kiriye, parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a bajarê Culemergê yê bakurê Kurdistanê Leyla Guven ku dewleta Tirk ji ber helwestên wê yên li hember êrîşên Tirkiyeyê li dijî Efrînê girtibû, li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir.

Ji bo piştgiriya Leyla Guven gelek çalakiyên greva birçîbûnê li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin. Girêdayî vê mijarê em weke Rojnemeya partiya Yekîtiya Demokrat nerînên hin jinên bajarê Qamişlo me girt, piştgiriya xwe bi daxwazên Leyla Guven re tînin ziman û Leyla Guven wek mînaka jinên azad didin  nîşandan.

Jina bi navê Bedîha Hesarî di axaftina xwede wiha got; ji bo Leyla Guven em Erdoxan şermezar dikin û heta dawiyê em ê piştgiriya hevala xwe bikin û vê çalakiya wê pîroz dikin , em weke jinên rojava heta dawiyê li ser piya bin û çalakî û piştgirya xwe her roj xurtir bikin, bi çalakiya Leyla Guven û hemî jinên kurd emê serokê xwe azad bikin, bi vê gava ku Leyla Guven avêt em weke jinên kurd hêza me diha xurttir bû.

Di berdewamiya axaftina xwede Hesarî wiha tekez kir; em bi fikir û felsefeya rêberê gelê kurd Ebduleh Ocelan gihaştine vê astê û ji bona wî heta dawî em ê li ber xwe bidin û çalakiyên me heta rizgariya serokê me wê berdewam be.

Di dawiyê de Hesarî wiha got; em tu carî ji gefên Erdoxan natirsin êrîşî kuderê bike emê li ber xwe bidin, bi jina tenê mabe emê kurdistanêkê azad bi destê serokê xwe ava bikin.
Di heman demê de jina bi navê Milûka Cumaa ku ji bo piştgiriya Leyla Guven li ser piyaye; em weke jinên kurd û hemî pêkhate heta dawiyê tenê gotina azadî wê ya me be li ser zimanê meye, çalakiya Leyla Guven ne jina Yekeme ku ji  bo serokê xwe dikeve girava birçî bûnê, lê bila Erdoxan baş Bizana bi hêza jinê birêxistinkirê wê ew têk biçe û serokê me wê azad bibe.

Di berdewamiya axaftina xwede Cumaa wiha tekez kir; çalakiyên me wê berdewam bin û çi bibe bila bibe em ji dev axa xwe serokê xwe bernadin, û heya dawiyê emê li ber xwe bidin, berxwedan jiyane.

(c.c)

Back to top button