ÇalakîManşêt

Beşdariya PYD’ê di rûniştina girseyî ya ji bo piştgiriya azadiya rêber Apo li Kobanê  

Bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye, êdî bes e ji tecrîdê re, azadî ji bo rêber Apo re”,duh 3ê Rêbendanê endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beşdarî rûnniştina girseyî bûn, bi beşdariya nûnerên ji rêveberî, mecalis, komîkte û partiyên siyasî li kantona Kobanê, ji bo piştgiriya çalakiya grava biçîbûnê li girtîgehên Tirkiyê, û Meclisa Malbatên Şehîdan li Qada Şehîd Egîd a li Kobanê konê çalakiya greva birçîbûnê veda.

Hemleya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ji bo rakirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina girtina parlamenter û hevseroka hevseroka Konferansa Civaka Demokratîk  li Bekurê Kurdistanê, bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye” ji 38 roj e dewam dike.

Tê payîn ku çalakiya greva birçîbûnê li Kobanê heta 9`ê vê mehê bi beşdarbûna 30 endamên Meclisa Malbatên Şehîdan li Kobanê dewam bike.

Di rûniştinê de hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Enwer Muslim di axaftina xwe de got: “Em îro li vir in ji bo piştgiriya berxwedana zindanan bikin û rakirina tecrîda rêber ku ev 22 sal in di zindanên Tirkiyê de dijî, û divê em gavên têkoşînê bilind bikin, da ku hemû cîhan bizanibe çi dibe Li girtîgehên Tirkiyeyê ji zilm û zordariyê .

Muslim wiha zêde kir”Di 22 Kanûn de rayedarên Tirk 22 sal zîndan dan parlamenter û hevseroka Konferansa Civaka Demokratîk Leyla Guven, piştî ku dozgerê giştî yê Tirk gelek tawanan li dijî wê çêkir, ji bilî tawanên têkildarî çalakiyên wê yên aştiyê û beşdariya wê di tevgera sivîl de ji bo demokrasiyê.

Her wiha diyarkir ku “divê partiyên siyasî li dijî êrîşên Tirk a faşîst bi hêz bisekinin”, û wiha berdewam kir:” Mafê Kurdan bi aştiyê bijîn û divê Tirkiyê dev ji siyasetên xwe yên hovane berde”.

Back to top button