ManşêtNûçe

Bedran Çiya Kurd bang Koalîsyona Navneteweyî kir: Erkên xwe li hember dosyayên terorê bi cih bîne

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd bang li kongreya Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî terorê kir ku li Ceddayê li dar keve, erkên xwe li hember dosyayên terorê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîne cih.

Bedran Çiya Kurd di bangewaziya xwe de got :

Ji gelek salan ve em bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî şerê DAIŞ`ê dikin. Di vê warî de me gavên gelek girîng avêtin û destkeftiyên mezin bi dest xistin. Êdî gelek pêwîst e di vê pêvajoyê de xebatên têkoşîna li dijî terorê bi awayekî firehtir û li ser astên siyasî, aborî û dadgerî bidomînin. Da ku em rêxistina terorsît bi temamî tune bikin.

Heta niha hewldanên têkoşîna li dijî terorê di çarçoveya aliyê leşkerî û ewlehiyê de mane.

Mixabin gelek sedem nehiştin têkoşîna berfireh bi pêşkeve. Hemwextî wê, metirsiyên diyar ên terorê bi taybet DAIŞ`ê hene û hewldanên ji nû ve birêxistinkirina xwe jî hene. Ev nîşan dide ku metirsiyên li dijî herêmên me û cîhanê bi giştî mezin in. Dê roleke mezin di afirandina tevliheviyê û têkbirina destkeftiyan de bilîze.

Li aliyekî din, doza girtiyên terorîst ên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de hene ku heta niha çareserî jê re nehatiye dîtin. Ew pirsgirêkeke cidî ne û barekî mezin in. Her wiha berpirsyariya civaka navneteweyî bi giştî ye. Divê helwestên diyar li hember wê bên nîşandan. Divê ew di dadgehên adil de li herêmên ku sûcên terorîst lê kirine, werin darizandin. Zarok û jinên DAIŞ`î hene, doza wan gelek dijwar e û hejmara wan bi hezaran e. Divê çareseriyeke demdirêj û mayinde ji wan re bê dîtin. Divê ewlehî li kampên lê dimînin, misoger bibe. Da ku em bikarin piştgiriya pêwîst pêşkêş bikin, zarokan li gorî bernameyên diyar ji zihniyeta DAIŞ`ê xilas bikin.

Em hêvî dikin ku hikumetên Koalîsyona Navneteweyî, li hember vê pirsgirêka mezin berpirsyariyên xwe bînin cih, desteka pêwîst di mîna van civînan de pêşkêş bikin, em dixwazin van pêşniyar û nêrînan ragihînin we. Em hêvî dikin ku bi berpirsyarî û piştgiriyeke diyar bi vê meselê re mijul bibin. Ji ber ku dê bi awayekî erênî bandor li hewldanên pêkanîna îstiqrarê û têkoşîna li dijî terorê, bike.”

 

Back to top button