ManşêtNûçe

Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne qadeke tasfiyekirina hesaban an pêkanîna peymanan e

Ji bo şermezarkirina êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê bi dehan endamên Yekitiyên Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê li pêşiya avahiya xwe ya li bajêr kom bûn. Hevserokê Yekitiyên Diknan Beşîr Hemdan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em qebûl nakin ku herêmên me yên ewle, bibin cihê tesfiyekirina hesaban yan jî pêkanîna peymanên biguman ên di navbera Tirkiyê û hêzên mezin de. Em êrişên ser li gelê me yê ewle û saziyên wî yên demokratîk red dikin. Bi taybet piştî ku ji DAIŞ’ê çeteyên dewleta Tirk rizgar bûn ku hewl didin wan dîsa vejîne û bi rêya vegerandina penaberan, derbasî herêmê bike, hebûna wan rewa bike û demografiya herêmê biguherîne.”

Di daxuyaniyê de bang li dewletên garantor, civata navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku li hember vê hegemoya osmanî bisekinin û wê wekî sûcekî şer li dijî mirovahiyê û hemû qanûnên navneteweyî bi nav bikin.

Her wiha di daxuyaniyê de pêkanîna bazaran li ser herêmê hate redkirin û ev yek hat destnîşankirin: “Em çareseriyên aştiyane, şaristanî, jiyana hevbeş û biratiya gelan qebûl dikin ku rêberê mirovahiyê rêber Abdullah Ocalan banga wê dike.”

ANHA

Back to top button