ManşêtNûçeNûçeyên LezgînXweserî

Amadekariyên Tirkiyê ji bo dagirkirina Efrînê hene

Amadekariyên Tirkiyeyê yên ji bo dagirkirina Efrîn û Şehbayê dewam dikin. Di çarçoveya plana dagirkeriyê de, li herêmên beriya niha weke ‘herêma leşkerî’ hatin ragihandin, gund tên valakirin.

Hê ne diyar e bê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Rûsya û welatên rojavayî li ser mijara dagirkeriyê çi difikirin.

MAREA Û QAAR QELBÎN HATIN VALAKIRIN

Tirkiye ev demeke dirêj e planan amade dike ji bo Efrîn û Şehbayê dagir bike. Di nava 15 rojên dawî de lez daye amadekariyên yên ji bo plana dagirkeriyê. Ji bo vê jî hêzên xwe yên leşkerî û çeteyan li herêma Ezaz, Exterîn, Raî, Cebel Akîl, Bab û Marea bi cih dike.

Tirkiye ji aliyê din ve jî herêmên ku bi taybetî gundên Kurdan lê ne weke ‘herêma leşkerî’ ragihandiye û biryar daye ku gundan vala bike. Ji bo Til Rifat, Şêx Îsa, Meraanaz, Minix û gund û bajarokên din ên Şehbayê dagir bike, dixwaze gundên li dora Mareayê vala bike.

Ji duh danê nîvro ve, Marea, Qaar Qelbîn û çend gundên din ên li dora Marea hatin valakirin. Li Marea û gundên li dora wê yên vala kiriye, çekên giran û leşker û çeteyên xwe bi cih kiriye. Tê payin ku di rojên pêş de ji bo dagirkirina Şehba û Til Rifatê ji vê derê dest bi êrîşê bike.

TIRKIYEYÊ BI NÛSRA RE LI HEV KIR

Tirkiye ji bo dagirkirina Efrîn û Şehbayê, polîtîkaya xwe ya berê ya qaşo artêşa azad didomîne. Lê belê vê carê ne tenê qaşo bi komên artêşa azad re, her wiha bi artêşa xwe û bi çekên xwe yên giran dixwaze bikeve herêmê û dagir bike.

Beriya destpêkirina vê operasyona dawî ya dagirkeriyê, Tirkiyeyê hewl da ji Nûsra û Ehrar Şamê eniyekê ava bike. Di serî de Rûsya û DYA, ji bo hemû hêzên ku Ehrar Şam qebûl nakin, Tirkiyeyê hewl da kirasekî li Ehrar Şamê bike. Ehrar Şam, li cihên dagir kir, bi rêbaza şerî dadgeh ava kir û dest bi darizandinê kir. Tirkiyeyê jî ji ber ku dizanîbû wê Ehrar Şam bi vî rengî neyê qebûlkirin, di dema amadekariyên ji bo dagirkirina Şehba û Efrînê de bi Ehrar Şamê daxuyaniyek da kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, ku Ehrar Şam wê darizandinên ji niha û pê ve ne li gorî rêbaza şerî, wê li gorî qanûnên destûra bingehîn werin kirin. Bi vê daxuyaniya ku bi Ehrar Şam hate dayin re, hewl hat dayin di hin nuqteyan de vê komê bide qebûlkirin.

Tirkiyeyê ku ji aliyekî ve qaşo bi vî rengî Ehrar Şam guherand, li aliyê din bi Nûsra re têkiliyeke xurt danî û xwest tevlî operasyona xwe ya dagirkirinê bike. Ji bo vê jî, ji bilî Mûhammed Colanî, bi rêveberiya Nûsra re hefteya bihurî li Dîlokê hin hevdîtin kir. Di hevdîtinan de ji Nûsrayê re ev mesaj bi rengekî vekirî hate dayin; ‘Ya tu yê bi me re tevbigere, ya jî bi rejîmê û Rûsyayê re em ê bi ser te ve werin û te bi eciqînin’. Nûsrayê di dema awî de ji Atme, Keleha Samaan û Girê Şêx Berekat bombe li gundên Şehba û Efrînê barand. Vê yekê jî nîşan da ku Nûsrayê peyman qebûl kiriye. Bi vî awayî em dibînin ku Rûsya tevî Tirkiyeyê bi Ehrar Şam û Nûsrayê re jî li hev kiriye. Bêguman ev peyman di ser Tirkiyeyê re hatiye kirin.

TÊKILIYA RÛSYAYÊ BI KURDÊN LI ROJAVA RE

Rûsya ku dixwaze li Sûriyeyê bi bandor be, di dema destpêkirina Şoreşa Rojava re, hevserok jî di nav de bi PYD’ê re hin hevdîtin kir. Ev hevdîtin li Moskowayê pêk hatin. Piştî ku rêveberiya xweser a kantonan ahte ragihandin, Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Kantonan li Rûsyayê hate vekirin. Lê belê ji aliyê leşkerî ve Rûsyayê ji aliyê leşkerî ve têkiliya bi hêzên parastina Rojava re di sala 2013’an depiştî êrîşa ji Atmeyê ya li hemberî Efrînê dest pê kir.

POLÎTÎKAYA ‘ÇOYÊ TIRK’ A RÛSYAYÊ

Têkiliyên leşkerî yên Rûsyayê bi hêzên parastinê yên Rojava re veşartî û dizî man. Piştî ku DAIŞ’ê ji bo dagirkirinê êrîşî Kobanê kir, DYA bi awayekî vekirî piştgirî da YPG’ê. Piştî vê piştgiriya DYA, Rûsyayê jî êdî têkiliyên xwe gav bi gav eşkere kir.

Rûsyayê di têkiliyên xwe de hewl da serweriya rejîmê serdest bike û rêveberiya şoreşa Rojava jî bixe bin bandora wê. Rêveberiya şoreşa Rojava û hêzên parastinê ev yek qebûl nekirin. Li ser vê yekê Rûsyayê bi polîtîkaya şantajê nêzî rêveberiya şoreşê û hêzên parastinê bû. Dema ku ev jî bi ser neket, vê carê bi Tirkiyeyê re ku hatibû ber radeya şer, tifaqeke demkî çêkir û bi nîşandana ‘çoyê Tirk’ hewl da Rojava bi hevkariya bi rejîmê re îqna bike.

Tirkiye jî niha pişta xwe dispêre Rûsyayê û bi erêkirina Rûsyayê re çekên giran û hêzên xwe yên leşkerî li dora Efrîn û Şehbayê bi cih dike. Rûsya bi rêya ‘gef û çoyê Tirkiyeyê’ hewl dide li rejîmê li Efrîn û Şehbayê serdest bike. Qaşo li dijî gef û êrîşên Tirkiyeyê beriya niha hêzeke xwe ji bo parastina Efrîn û derdora wê li Efrînê bi cih kiribû. Niha vê hêzê weke şantajekê bi kar tîne û gefa vekişandina wê dixwe. Dibe ku Kurd li dijî vê gefa Rûsyayê rabin û bêjin, ‘Tu vedikişe vekişe, em bê alternatîf nînin’. Û bi vî rengî DYA û hêzên Koalîsyonê vexwendîne Efrînê. Di rewşeke bi vî rengî de tiştekî ku Rûsya karibe bike wê nemîne.

DYA Û WELATÊN ROJAVAYÎ

DYA û welatên rojavayî li ser gefa dagirkirinê ya Tirkiyeyê her çend helwesta xwe bi zelalî nîşan nedabin jî, eşkere kirin ku ew ê ti helwesteke ku pêşî li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê digire, qebûl nekin. Daxuyaniyên DYA û Hêzên Koalîsyonê yên di vî warî de, kêm jî be xuya ye Tirkiye daye sekinandin. Welatên Rojavayî, di serî de Elmanya di vê demê de belgeyên li ser têkiliyên Tirkiye-DAIŞ’ê yên ji aliyê rêveberiya kantonên xweser ve hatiye îspat kirin, dixwazin. Ev yek nîşan dide ku welatên rojavayî wê di dma pêş de li ser têkiliyên Tirkiye-DAIŞ’ê dest bi hin xebatan bikin.

DAGIRKERÎ HATIYE SEKINANDIN?

Plana dagirkeriya Efrîn û Şehbayê ku Tirkiye hê jî amadekariyên wê dike, wê di 27’ê Hezîranê bihata destpêkirin. Lê hê dest pê nekiriye. Dikare were gotin ku sedema vê yekê ew e, ku Rûsyayê ji ber kartên ku Kurd nîşan bidin Tirkiye sekinandiye. Her wiha dibe ku Rûsya ya ku ne endamê NATO’yê pê hesiya ye ku bi erêkirinê re wê hem Tirkiyeyê hem jî xwe bixe nava rewşek zehmet. Tê zanîn, Rûsya dixwaze Tirkiyeyê li Sûriyeyê hem li dijî Kurdan, hem li dijî DYA û hem jî li dijî koalîsyonê bi kar bîne. Tirkiye jî ji bo bicihanîna armancên xwe yên dagirkeriyê vê yekê weke firsendekê dibîne. Û ji bo Tirkiyeyê nikaribe bi vê firsendê xwe mayinde bike, dikare bê gotin ku heta cihekî destûr ji Tirkiyeyê re hatiye dayin.

Hem DYA û Koalîsyon, hem jî Rûsya bi vê lîstika xetere ya Tirkiyeyê dizanin, lewma ne şaş e ku mirov bêjin, ji ber vê yekê Tirkiyeyê asteng dikin. Ji ber vê yekê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ewilî bi Serokê DYA Donald Trûmp re bi telefonê axivî. Piştre bi Pûtîn e. Nayê zanîn bê di van axaftinan de plana dagirkeriyê hatiye erêkirin yan na. Tevî vê yekê jî Tirkiye amadekariya dagirkeriyê dike.

TÊ PAYIN LI DIJÎ DAGIRKERIYEKE GENGAZ, BERXWEDANEKE MEZIN BÊ NÎŞANDAN

Gel û hêzên parastinê yên Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriya Tirk amadekariyan dikin. Gelê sivîl jî radihêje çekan û li dijî dagirkeriyeke gengaz a Tirk xwe ji bo şer amade dike. Ne tenê Kurd, her wiha Ereb, Tirkmen û hemû gel û eşîrên li herêmê dijîn di vê pozîsyonê de ne. Lewma di dagirkeriyeke gengaz de wê berxwedaneke mezin li dijî DAIŞ’ê bê nîşandan.

 

Back to top button