ManşêtNûçe

Aldar Xelîl: Êrîşa dawîn a dewleta Tirk berdewama qirkirinê li dijî gelê me ye

Der bare êrişên dawîn ên artêşa Tirk a dagirker ên şeva berê li dijî Şengal û kampa Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) û Qendîlê, endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) Aldar Xelîl axivî.

Aldar Xelîl wiha diyar kir: “Êrişa dawîn a dewleta Tirk li dijî Şengal, çiyayên Kurdistan û kampa Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) berdewama qirkirinên dewleta Tirk li dijî gelê me ye, her wiha tolhildana xwerêxistina ji şêniyên Mexmûr û Şangalê ye û siyaseta têkbirina vîna berxwedana Kurdistaniyan e. Bi wê re jî hewl dide Şangal bê ewle û xetere bike, da ku şêniyên wê yên bi destê êrişên DAIŞ’ê ji Şengalê bi fermana Tirkiyê ji koçber bûne, venegerin. Divê hêzên Kurdistanî helwesteke bilez û zelel nîşan bidin, ji ber êrişên dawîn bi hincetên derew ên siyasî ne.”

Xelîl bal kişand ser ku divê li dijî van êriş û siyasetên qirkirinê serî hildin û wiha anî ziman: “Divê gelê me yê li hundir û derve li her derê dakevin qadan(ligel tedbîrên tenduristiyê) û helwesta xwe der barê van êrişên bi hedefgirtina nasnameya Kurdistanî û hebûna gelê me de ye, nîşan bidin.”

ANHA

Back to top button