ManşêtNûçe

Aldar Xelîl: Armanca projeya me misogeriya demokrasiyê ye

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo nirxandina geşedanên li qada Sûriyê civînek li dar xist, di civînê de Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, bi dehan nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

ꞌARMANCA PROJEYA ME MISOGERIYA DEMOKRASIYÊ YEꞌ

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl axivî û bal kişand ser destpêka Şoreşa Sûriyê û diyar kir ku gelê Kurd xwe bi rêxistin kir û di Şoreşa Rojava de gelek serkeftin qezenc kirin.

Aldar Xelîl wiha got: “87 dewlet destwerdana krîza Sûriyê dikin û ev dide diyarkirin ku şerê cîhanê yê sêyemîn li ser erda Sûriyê diqewime, ji lew re divê em bi rêya siyasetên xwe ku armanca wê ya yekemîn rizgarkirina herêmên dagirkirî ye xwe di vî şerî de isbat bikin. ”

Xelîl diyar kir ku Rêveberiya Xweser di pêvajoya 7 salên derbasbûyî de qet banga parçekirina xaka Sûriyê nekiriye û got:”Projeya me ew e ku li ser erda Sûriyê demokrasî pêk were.”

‘DIVÊ DESTÛRA SÛRIYÊ WERE GUHARTIN DA KU MAFÊN SÛRIYAN MISOGER BIKE’

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl îşaret bi girîngiya guhartina destûra Sûriyê kir ku mafên Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê misoger bike û wiha domand: “Lê hin dewlet di serî de dewleta Tirk nexwazin di navbera me û hikumeta Sûriyê de diyalog çêbibin, ji ber ku baş dizanin ku em xwediyên dozê ne û projeya me li ser bingeha parastina mafên pêkhateyên Sûriyê hatiye avakirin û dê ji bo planên wan xetere be, ji lew re her tim hewldana qirkirina gelê Kurd dikin.”

Xelîl got, pêwîste Kurd beşdarî hevdîtin û hewldanên navneteweyî yên ji bo çareserkirina aloziyê û nivîsandina destûra nû ya Sûriyê bibe.

DESTWERDANA RÛSÎ JI SÛRIYÊ RE

Têkildarî destwerdana Rûsyayê ya ji kar û barên Sûriyê re Aldar Xelîl ev nirxandin kir: “Ji dema ku komara Sûriyê bi serkêşiya Hafiz Esed hate avakirin ve hikumeta Sûriyê û hevalbenda wê ya rûsî plan danîn ku Rûsyayê destwerdana kar û barên sûrî bike, mînaka herî mezin nexweşxaneyên li Sûriyê û bendava li Sûriyê û çekên rûsî ne. Beriya niha û niha jî Rûsya li Sûriyê xwedî berjewendî ye, ji ber vê yekê ji Sûriyê dernekeve, ji lewma em nikarin baweriya xwe bi Rûsyayê bînin, ji ber ku berî her tişt berjwendiyên xwe diparêze. Em peymana  ku di navbera  Tirkiya û Rûsya de hatiye îmzekirin ji bîr nakin ku li gorî wê dewleta Tirk êrişî Efrînê kir, Rûsya jê derket û hişt ku şêniyên wê bi çarenûsa xwe re rû bi rû bimînin.”

Aldar Xelîl îşaret bi planên sîstema cîhanê kir ku dixwazin temenê aloziya Sûriyê dirêjtir bibe û pê de çû: “Cezayên qanûna Qeyser a li ser hikumeta Şamê desthilatê naguhere, lê belê dixwaze aloziya Sûriyê kûrtir bike û rewabûnê bide hebûna xwe ya li ser erda Sûriyê.”

ꞌHIN ALÎ YEKITIYA GELÊ KURD ASTENG DIKINꞌ

Aldar Xelîl behsa hewldanên dewleta Tirk ên têkbirina diyalogên yekitiya kurdî ya di navbera partiyên kurdî de kir û wiha axivî: “Hin alî hene hewl didin diyalogên kurdî têk bibin. Ji ber ku projeya wê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin, kesên dixwazin hêzên me ku ji şêniyên herêmê pêk tên bixin lîsteya terorê girêdana xwe ya di navbera zihniyeta xwe û zihniyeta dewleta Tirk de eşkere dikin.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe bal kişand ser serkeftinên ku hêzên HPG`ê li herêma Garê pêk anîn û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi çekên herî giran êrişî Garê kir û 42 balafirên dewleta Tirk 24 saetan li asîman bûn, ji bilî wê jî hêzên wê yên taybet êrişî komeke biçûk a HPG’ê dikir ku hejmara wê nêzî 14 gerîlayan bû. Lê HPG’ê bi vîna û tektîkên leşkerî artêşa Tirk têk bir.”

ANHA

Back to top button