ManşêtNûçe

Li dijî dîktator Erdogan 96000 îmze hatin komkirin

Di çarçoveya pêngava ”100 sedem ji bo darizandina dîktator” a TJK-E’yê, 96 hezar îmze hatine komkirin.

TJK-E 25’ê Mijdara 2020’an de dest bi pêngava ”100 sedem ji bo darizandina dîktator” kir û heya niha 96 heza îmze hatine komkirin.

Çalakvana TJK-E’yê Besîme Konca diyar kir gelek sazî û tevgerên navnetewî yên jinan, kesên navdar îmzeyên xwe dane pêngavê û got:

Li 15 welatan ji 50’î zêdetir saziyên navnetewî yên jinan piştevaniya pêngavê dikin.

Besîme da zanîn ku wê piştî 8’ê Adarê pêngava wan rengê têkoşîna hiqûqî derxe pêş û anî ziman, ew polîtîkayên qirkirinê yên li ser jinan qebûl nakin û wê qebûl nekin.

Ronahî

Back to top button