HemerengManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Ajansa AFP li ser Perestgeha Eyn Dara nivîsî

 

Perestgeha Eyn Dara li Efrînê ye û di vê êrîşa balafirên şer ên Tirkiyeyê de perestgeh hat xirakirin. Nûçegîhanê ajansa nûçeya a fransziz AFP’ê çû wir û li ser perestgehê nivîsî: “Perestgeha dîroka wê 3 hezar salî di 26’ê rêbendanê di encama bombebarana ji hewayê ya Tirkiyeyê de zirar dît.  Frenskên mikemel ku bi kevirên reş ên bazaltê baskên sewalan hatibûn çêkirin bûne kavil, êdî ew nayên naskirin.”

Dîroka Eyn Dara digihîne 1300 sal Berî Mîladê ku vê derê dişibînin Perestgeha Silêman loma gele balê dikişîne. Perestgeha Silêman di Încîlê de wekî Yekemîn Perestgeh jî tê nasandin. Ji ber vê yekê perestgeha Eyn Dara navdar bû. Di encama bombebarana Tirkiyeyê de beşek mezin ê perestgehê bû kavil. Dewleta Tirkiyeyê îdîa red kir, lê nûçegîhanê AFP’ê Delîl Silêman çû herêmê û nivîsand ku ji berheman tenê pencên şêran li holê mane. Nûçegîhan wisa nivÎsî: “Rayedarên Sûriyeyî û yên kurd dibêjin ji ber bombebarana Tirkiyeyê perestgeh xira bûye. Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê dibêjin ‘avahiyên olî û çandî, dîrokî, arkeolojî ne di nav hedefên wan de ne’. Lê di bombekirina hewayî de zirarek mezin dîtiye. Demekê derenceyê diçûn nava perestgehê niha ser û bino bûne. Baskên sewalan ku bi kevirên bazaltê hatibûn çêkirin bûne kavil, êdî nayên nasîn ka çi ne. Cihê ketine û hundir xira bûye, aliyê paş li ser lingan e. Tenê aliyê paş ê perestgehê li ser piyan maye. Peykerê ji kevirê bazaltê yê şêr li ser piyan e û li girên kesk ên Efrînê dinêre.”

Ji bo xwedawend Îştar hatiye çêkirin

Perestgeha Ayn Dara li bakurê Sûriyeyê li ser girekî ye û aîdê sedema Hîtîtan e; bawerî ew e ku berî Mîladê di navbera 1300 û 700 salî de ha tiye çêkirin. Navê xwe ji gundekî Efrînê digire. Tam nayê zanîn ji bo hebandina kî perestgeh hatiye çêkirin. Lê li gor hin dîtinan ev der ji bo xwedawend Îştar hatiye çêkirin ku ew di mîtolojiya Akadê de xwedawenda bereket, eşq û şer e. Li gor Rêveberiya Berhemên Dîrokî ya Sûriyeyê ev perestgehê ‘Berî Mîladê bi hezar salî li Sûriyeyê ji aliyê Aramiyan ve hatiye çêkirin û di nav berhemên dîroki yên girîng de ye’.”

‘Bombekirin gelek bi banbor bû’

Gundiyekî bi navê Ehmed Salih ku li gundê nêzî Eyn Dara rûdine, mala wî li peresgehê mêze dike. EW derenceya mala xwe nîşan dide û dibêje: “Ez tam li wir rûdiniştim. Êriş wisa mezin bû em ji cihê xwe hilpekiyan. Paşê min dît ku li ser gir dûxan bilind bû.”

Endamê konseya berhemên dîrokî yê Efrînê arkeolog Salih el Dîn Senno dibêjin sedî 40-50’yî perestgehê xira bûye û dibêje ku parçeyên peykelên hatine xirakirin bi qadek sed metreyî bela wela bûne.

Di nûçeyê de cih daye daxuyaniya şermezarkininê ya hikumeta Sûriyeyê jî.
‘Xirakirina Perestgeha Bel û ya Eyn Dara yek e’

Midûrê Berhemên Dîrokî yên Sûriyeyê Maamun Ebdulkerîm jî bo AFP’ê wisa gotiye: “Zirardayîna Perestgeha Eyn Dara wekî zirardayîna Perestgeha Bel (DAIŞ’ê ew perestgeh xira kiribû) e. Ev felakeket e ji bo dinyayê. Di êrîşeke hewayî de şaristaniya 3 hezar salî xira dibe.”

Ebdulkerîm her wiha dibêje ew ditirse 40 gundên din ên dîrokî ku wekî ‘Bajarên Antîk ên Bakurê Sûriyeyê’ têne hesibandin jî bêne xirakirin.

J: Diyarname

Back to top button