ManşêtNûçe

​​​​​​​102  parlementerên fransî banga girtina qada hawayî ya herêmê kir

Bi pêşengiya Endama Partiya Komunîst a Fransayê Senator Laurence Cohen, 102 parlamenterên ji partiyên cuda yên Fransayê, li ser gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê deklarasyonek amade kirin. Senator û parlementerên fransî diyar kirin ku piştî şerê Rûsya li dijî Ukraynayê daye destpêkirin, serokkomarê Tirk Recep Teyyip Erdogan, ji rojeva dagirtî ya cîhanê û bêdengiya çapemeniya navneteweyî sûdê werdigire û plan dike êrişî kurdên li Bakurê Sûriyeyê bike.

Parlamenterên fransî ragihand ku li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne, tevî şert û mercên xerab ên şer, gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Kildanî, Ermen û hemû gelên din bi hev re dijîn û got: “Ew hewl didin sîstemeke demokratîk, femînîst û ekolojîk birêxistin bikin. Ew ji bo avakirina aştiyê bi gelan re bi diyalogeke mayînde têdikoşin.”

Parlamenterên fransî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên sala 2019’an li ser Girê Spî û Serêkaniyê bi bîr xistin û got: “Divê welatên rojava êdî çavên xwe li sûcên şer û binpêkirinên artêşa Tirk negirin.”

Parlamenteran bi bîr xistin ku têkoşîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya li dijî DAÎŞ’ê ji aliyê civaka navneteweyî ve bi awayek erênî hat nirxandin û ev bang li dewletên rojavayî bi taybet rêveberiya Parîsê kirin:

“Ev rewş me hemûyan eleqedar dike û divê em nehêlin artêşa Erdogan careke din êrişî hevalbendên me yên Kurd bike. Em ji bîr nekin ku li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hezaran çeteyên cîhadîst hatin destgîrkirin. Ji bo operasyoneke nû ya dagirkeriyê ya Erdogan a li dijî Bakurê Sûriyeyê erêkirin, tê wateya bêîstiqrariya herêmê û xeteriyeke cidî li ser ewlehiya Ewropayê dê çêke.”

Di deklerasyonê de her wiha hat diyar kirin ku pêwîstî bi misogerkirina ewlehiya saziyên Kurd û aktivîstên Kurd ên li Ewropayê dijîn bê kirin û wiha dewam kir: “Em weke parlamenterên xwedî nêrînên siyasî yên cuda yên li Fransayê, polîtîkaya şer a Erdogan şermezar dikin û bang li serok û rayedarên Ewrop dikin ku xwedî helwest bin.”

Ji bo qada hewayî ya bakurê Sûriyeyê bê qedexekirin û kurdên Sûriyeyê di asta navneteweyî de bêne parastin, 102 parlamenterên Fransayê bang li dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê û Fransayê kirin ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî prosedurên pêwîst bidin destpêkirin û ji bo çareseriyeke mayinde ya li herêmê, xwestin ku statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asta navneteweyî de bê naskirin.

ANHA

Back to top button