ManşêtNûçe

​​​​​​​Rêxistinên Kurdan li Ewropayê ji bo avakirina lobiyekê civînek li dar xist

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh civînek ji bo kurdistaniyên li Ewropayê li navenda xwe ya li paytexta Swêdê Stockholmê bi armanca avakirina lobiya kurdî li derveyî welat, li dar xist.

Di civînê de endamê Komîteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zubeyîr Aydar, hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ehmed Qeremûs, siyasetmedar Seîd El-Dîn Mela, endamên parlamentoya Swêdê Kadîr Kasirga û Amîne Kakabawe, her wiha rojnamevan, hunermend û nûnerên partiyên Kurdan amade bûn.

Di civînê de endamê Zubeyîr Aydar li ser rewşa siyasî ya herêmê û planên dewleta Tirk ên ji bo têkbirina vîn û nirxên gelê Kurd axivî.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî destkeftiyên Kurdan û girîngiya yekitiya neteweyî ji bo têkbirina gefên tunekirina destkeftiyên Kurdan.

Di civînê de li ser girîngiya avakirina lobiya kurdî ya li Ewropayê, peydakirina mekanîzmayeke xebatê û bernameyeke hevbeş, civînên ji bo pêşxistina lobiyê û tevlêbûna hejmara herî mezin a kesayetên bibandor di civakê de, li hev kirin.

Têkildarî mijarê, nûnerê Rêveberiya Xweser a li Swêdê Şiyar Elî destnîşan kir ku ew ê hewldanên xwe yên ji bo serkeftina vê pêngava dîrokî bidomînin.

Di dawiya civînê de, bernameyek ji bo civîneke berfireh ku hemû partiyên Kurdan tê de beşdar bibin, hate diyarkirin.

ANHA

Back to top button