ManşêtNûçe

​​​​​​​Parlamenterekî lîbyayî:Toqa di stûyê Erdogan de teng dibe

Endamê Parlamentoya Lîbyayê Îbrahîm El-Dirzî got: Ji ber rewşa aborî ya xirab a li Tirkiyê û cezayên Ewropa û Amerîkayê yên li dijî Enqerayê, toqa di stûyê Erdogan de êdî teng dibe. Ev hat di hevpeyvînekê de li gel ajansa ANHA’yê.

Ji ber kiryarên derqanûnî yên dewleta Tirk ên li deryaya Spî pêk tîne, Endamên Yekitiya Ewropa roja pênşema derbasbûyî di civîna Brokselê de, biryara ferzkirina cezayên li ser Tirkiye da.

Di vê der barê de du çavkaniyan diyar kir ku Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump gelek tedbîrên cezayî yên li dijî Tirkiyê erê kir.

Îbrahîm El-Dirzî diyar kir ku têkiliyên piraniya dewletên ereban ên bi dewleta Tirk re ne zêde baş in û wiha pêde çû: “Ez dibînim ku derbeya bê ya ji Erdogan re dê di lihevkirina siyasî ya di navbera Qeterê, Siûdiyê, Misir û Îmaratê de ye.”

Îbrahîm El-Dirzî destnîşan kir, ku Qeterê dê ji hevalbendiya Tirkiyê-Îranê vekişe û pê re dê Erdogan ji piştgiriya darayî bê par bimîne.

Endamê Parlamentoya Lîbyayê Îbrahîm El-Dirzî di dawiya gotina xwe de ev yek anî ziman: ” Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan giraniya xwe wenda kiriye û kesên muxalif rejîma hakim red dikin, ji ber vê di rojên pêş de dê rewşa Tirkiyê krîtîk be.”

Back to top button