ManşêtNûçe

​​​​​​​Fransayê bang li DYA`yê kir ku şerê li dijî terorê li Rojhilata Navîn bidomîne

Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Amerîkayê Anthony Blinken re axivî û girîngî da domandina şerê li li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê.

Jean-Yves Le Drian diyar kir ku domandina xebatên hevbeş ên têkoşîna li dijî terorê li Rojhilata Navîn girîng e.

Anthony Blinken jî xwesteka welatê xwe ya domandina hevkariyê bi Fransayê re di şerê li dijî terorê de diyar kir.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, beriya ku Jeo Biden dest bi kar bike, hejmara hêzên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê kêm kiribû û nêzî 2 hezar 500 leşker hiştibûn.

Dewleta Fransayê ku bi hevpeymaneke navneteweyî ya bi serokatiya Washingtone şerê terorê dike, ji xurtbûna hêza DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê ditirse.

ANHA

Back to top button