ManşêtNûçe

Wezareta Xezîneya Emerîka:Tirkiya hîn navenda lojîstîk ji bo finance DAIŞ’ê ye

Di raporek cuda de vê mehê ji hêla naveroka wê de û piştî bidawîbûna dema Turamp, Wezareta Xezîneya Emerîka tekez kir ku hîn jî rêxistina DAIŞ a terorîst xwe dispêre navendên lojîstîk di hundirê Tirkiyeyê de ji bo piştgiriya wê bike ji hêla dravan.

Wezaretê di rapora xwe de zelal kir ku rêxistina DAIŞ dravan kom dike ji hemû cîhanê û dişîne Tirkiyeyê, yên ji hêla xwe ve dravan bi qaçaxî dişînin Sûriya, an jî dişînin ji kampa Holê re.

Raporê îşaret kir di nûtirîn nirxandinên xwe de ji çavkeniyên piştgiriya DAIŞ li ser domandina rêxistina DAIŞ bikaranîna şirketên xizmetê ên diravan, ji bo veghuestina dravan ji Îraq û Sûriyayê re, pirnaiya caran dibe di riya navendên liojîstîk li Tirkiyeyê û di navendên dravan de.

Brett McGurk kordînasyonê Meclisa Ewlehiya Emerîka ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa ê ku ji nû ve hatiye tayîn kirin îşaret kir li ser piştgiriya Tirkiyeyê ji rêxistina terorê DAIŞ, di dema êrîşa Emerîka li ser parêzgeha Îdilbê bakur rojavayê Sûriya, ya ku di encama wê de serokê rêxistinê( Ebû Bekir Ek-Begdadî) hat kuştin di cotmeha sala 2019’an de, Brett McGurk zelal kir di goterekê de ji rojnameya (Washington Post) re ku cihê Begdadî yê veşartî li nêzî ciheke leşkerî Tirkî mezin bû, û dive Enqereyê wateya vî tiştî zelal bike.

Her wiha McGurk tekez kir di der barê hevdîtinek TV de di çileya sala 2019’an de ku berpirsyarên Emerîkî piraniya dema xwe li Tirkiyeyê qedandin, tevî vî tiştî jî piraniya materyalên ku ji bo sotemeniyê ji wesayîtên DAIŞ re têne, bi eşkere, ji ser sînor ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dihatin, ev yek pir xemgîn e, ji ber ku Tirkiye li ser sînor gelek tedbîr negirtibû.

Her wiha rapora wezaretê pesnê Hêzên Sûriya Demokrat da ji bo hewldanên wan di têkbirina DAIŞ de.

Rêveberiyê displînê (Gregory Sullivan) di rapora Wzareta Xezîneyê de tekez kir ku rêxistina DAIŞ derdora 100 milyon dolar li cem heye ku hatiye belav kirin li hemû herêmê, û zêde kir ku hikumeta Emerîka bi miqdara dravên DAIŞ ne agahdar bû.

Wzareta Xezîneya Emerîka îşaret kir ku rêxistina DAIŞ kriptovalyayan bikar tîne, û ew li pey rêbazên kevneşopî yên veguhastina drav ji bo Iraq û Sûriyê ne, her wiha endamên DAIŞ di hundirê Îraqê de drav şandin ji endamên rêxistinê li Bakur û Rojhilatê Sûriya, bi taybet ji kampên penaberan mîna Holê, raporê zelal kir ku DAIŞ komkirina dravan didomîne bi riya  şantajê li ser torên qaçaxitiya neftê li rojhilatê Sûriyê, û revandinê li hember fîdyeyê, û hedefgiritina şirketên sivîlan, û talankirin û bikaranîna şîrketên nîzamî ku rû be jê re, û bikaranîna torên berîdê ji bo qaçaxkirina dravan di navbera Îraq û Sûriya de.

Back to top button