ManşêtNûçe

​​​​​​​Abdulkerîm Umer: Name îsbata piştgiriya DAIŞ’ê ye

Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê kifş kir ku îstixbarata Tirkiyê welatiyeke Moldovayê û 4 zarokên wê ku ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên li kampa Holê ne, revandin. Kampa Holê 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê û zêdetirî 65 hezar penaber û koçber lê dimînin û piraniya wan ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê ne.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Umer daxuyand ku îtîrafa îstixbarata Tirkiyê bi revandina jina Moldovayî û 4 zarokên wê îsbata têkiliya di navbera çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk de ye.

Abdulkerîm Umer da zanîn ku agahiyên ku hemû jinên çeteyên DAIŞ`ê yên ku hatine revandin li Tirkiyê ne, li ber destê wan in. Umer wiha axaftina xwe domand: “Aliyên peywendîdar ên ku hejmareke jinên çeteyên DAIŞ`ê yên ku hewl didan ji kampa Holê birevin, girtin û gotin berê wan li Tirkiyê bû.”

Abdulkerîm Umer bal kişand ser armanceke êrişên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ew jî revandina çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan e û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Di destpêka êrişan de artêşa Tirk kampa Eyn Îsayê kir armanc, ew jî sed malbatên çeteyên DAIŞ`ê tê de diman, paşê bi sedan çete revandin û ew derbasî Tirkiyê kirin, her wiha artêşa Tirk girtîgeheke li herêma Kobanê kir armanc ew jî xetertirîn jinên çeteyên DAIŞ`ê tê de bûn û hin ji wan reviyan.”

Umer bi lêv kir ku xalên li jor hatin destnîşankirin isbata têkiliya di navbera çeteyên DAIŞ`ê û artêşa Tirk de ye, her wiha nîşaneya plana Tirkiyê ya der barê revandina jinan û di dawiyê de dê ji bo projeyên xwe yên siyasî û pêşerojê de bide bikaranîn.

Dema îstixbarata Tirkiyê jina ku çapemeniya Tirkiyê navê bi Netaliya Barkeral da naskirin û 2013`an tevî hevserê xwe derbasî Sûriyê bû, berpirsên desthilata Tirkiyê pêşwaziya wan kir.

Abdulkerîm Umer parve kir ku jina ku hatiye revandin jineke ji jinên çeteyên DAIŞ`yê yên ku li kampa Holê dimînin e, anku yên ku xwe li kampa Holê bi rêxistin dikin û “Hisbe” ava kirin, nifşên nû li xer fikirê tundrew û tolhildanê perwerde dikin û têkildarî vê yekê çapemeniya Tirkiyê nûçeya revandina jinê weşand ev jî tê wateya ku malbatên çeteyan re dibêje: “Binêrin ez hîn jî piştgiriya we dikim.”

Umer got artêşa Tirkiyê dev ji DAIŞ`ê bernade, piştî çeteyên DAIŞ`ê li baragehên dawîn ên li Baxozê têk çûn, bi sedan çeteyan berê xwe dan herêmên ku Tirkiyê dagir kirin û paşê bi navên cuda wan beşdarî êrişên dawîn ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî kir û hin ji wan jî çûn Lîbyayê.

Abdulkerîm Umer destnîşan kir ku wan ji civaka navneteweyî û cîhanê re diyar kirine ku bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye hene û bi rêya sînorê Sûriyê-Tirkiyê derbasî xaka Sûriyê bûne.Ji ber sînor ji bo derbasbûna çeteyên DAIŞ`ê ji Sûriyê re vekirîbû û heta birîndarên DAIŞ`ê li nexweşxaneyên Tirkiyê dihatin dermankirin û têkiliyên bazirganiya di navbera her du aliyan de bû.

Umer di dawiya axaftina xwe ev yek parve kir: “Li vir ez dixwazin balê bikişînin ser mijareke girîng û Koalîsyona Navneteweyî vê yekê dizane; dema hemleyên QSD`ê yên li dijî çeteyên DAIŞ`ê û dema çete ketin çemberê, Tirkiyê dest bi êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, piştî Reqayê hate rizgarkirin dest bi êrişên li dijî Efrînê kir, her wiha dema çeteyên DAIŞ`ê li Baxozê ber bi tunekirinê ve çûn, careke din Tirkiyê êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kir.”

Abdulkerîm Umer her wiha diyar kir ku civaka navneteweyî piştî DAIŞ têk çû bi erka xwe ranebû û niha bi hezaran di girtiyên çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan hene û careke din civaka navneteweyî bi erka xwe ranabe, ne di aliyê avakirina dadgehê ji bo dadgehkirina çeteyan û  ne jî ji bo piştgiriya kampan nexasim ji bo Kampa Holê ku xeternaktirîn kamp e.

ANHA

Back to top button