ManşêtNûçe

Yekîtiya Parêzerên Ewropayê ji bo rakirina tecrîdê ji Imraliyê konfransek li darxistin

Konferansa bi sernavê ‘Mehkûmên siyasî: Tecrîd, kiryarên xerab û êşkence’ bi malovaniya endamê Parlamenta Ewropayê Massîmîlîano Smerîglîo hate lidarxistin. Ji gelek welatan tevlî bûn. Konferans ji aliyê Yekîtiya Parêzerên Ewropayê ya ji bo Mafên Mirovan a Cîhanê û Demokrasiyê (ELDH), Parêzerên Demokrat ên Ewropî (AED) û Komeleya Hiqûqê ya Navneteweyî ya Demokrasiyê (MAF-DAD) ve hate birêxistinkirin.

Di konferansê de ev tespît hatin kirin:

“Di serî de girtîgehên Tirkiyeyê li girtîgehên tevahiya Ewropayê bûyerên kiryarên xerab û êşkenceyê her roj hîn zêde û şênber dibin. Çavdêrî nîşan didin ku tecrîd veguheriye rejîmeke înfazê, bi biryarên sirgûnê yên kêfî malbat û xizmên girtiyan têne cezakirin. Pêkhateyên konferansê destnîşan kirin ku êşkence û kiryarên xerab ên li girtîgehan pirsgirêkeke bingehîn e ku encamên xwe yên sosyo-polîtîk hene.

Rewşa li Herêma Baskê, Katalonya, Macaristanê, qanûna înfazê ya cihêkar û nebûna şert û mercên têrker ên hîjyenê ku bandorê li mehkûmên siyasî dikin, çend ji mijarên di rojeva konferansê de bûn. Ji ber kêmaniya demê neketibe rojevê jî tê zanî ku rewşa li Yewnanistanê bi taybetî di mijara penaberan de ji Îngilistan û Elmanyayê cuda nîne.

Tecrîda li Girava Îmraliyê mînakeke xwe li devereke din nîne. Sê salên dawî bi ti awayî agahî ji Birêz Abdullah Ocalan nikare bê wergirtin. Ev kiryara tecrîda giran ku li nava civaka Kurd, hêzên demokrasî û hiqûqê bûye cihê fikaran e, di heman demê de asteke êrîşa îmha û înkarê ya li dijî gelê Kurd e. Tecrîd û şerê ku li dijî gelê Kurd tê meşandin nîşaneya aliyên cuda yên heman nêzîkatiya siyasî ye. Têkoşîna li dijî tecrîdê ku ji bo bilindkirina rûmeta mirovahiyê divê bi rêk û pêk bê meşandin, bi taybetî yek ji dînamîkên herî girîng ên têkoşîna demokrasî û aştiyê ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê ye.

BANG: LI DIJÎ TECRÎDÊ PÊWÎSTÎ BI TÊKOŞÎNA SIYASÎ Û HIQÛQÎ YA KOLEKTÎF HEYE

Pêkhateyên konferansê li hemberî rewşa mafên mirovan a ku li tevahiya Ewropayê nebaş dibe, bi taybetî jî li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li girtîgehan biryar dan ku divê têkoşîneke siyasî û hiqûqî ya kolektîf bê meşandin.

Di vê çarçoveyê de beşdarên konferansê van bangan li Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê dikin:

Ji bo dawîanîna li Girtîgeha Girava Îmraliyê ku navnîşana sereke ya êşkenceya tecrîdê û rejîma înfaza kêfî ya li hemberî girtiyên siyasî, kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li girtîgehên Tirkiyeyê ye, helwesteke hîn çalak bê nîşandan, gavên şênber bêne avêtin.

CPT di mijara Girtîgeha Girava Îmraliyê de ji bo şopandina pirsgirêkên li girtîgehên Ewropayê kûr bûne û nirxandina wan, bi erk û berpirsyariya xwe rabe.

Beşdarên konferansê di encama pêşkêşî û nîqaşan de nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman û biryar dan ku li van qadên hevpar têkoşînê bimeşînin:

Ji bo nîqaşkirina kiryarên xerab û êşkenceya li girtiyan, bi pêşengiya rêxistinên hiqûqê û parêzerên tevlî konferansê bûn, konferanseke du rojan a bi beşdariyeke berfireh bê lidarxistin. Konferanseke bi vî rengî dikare kiryar û mewzûatên li welatên cuda hîn bi hêsan nîqaş bike. Ji bo amadekirina vê konferansê wê koma xebatê bê avakirin.

Bi armanca piştgiriya ji bo daxwaznameya 1.330 parêzeran ku Çileya 2024’an îmze kirin, pêşkêşî Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê kirin û xwestin dawî li tecrîda li Girtîgeha Girava Îmraliyê bê anîn, ji aliyê parêzerên Ewropî ve bi heman armancê kampanya îmzeyan bê destpêkirin.

Back to top button