CivakDosyaHemereng

Yek ji serpêhatiyên komkujiya Kobanê

Komkujiya Kobanê, yek ji hovanetirîn sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gelê Kurd e. Wek bi sedan şêniyan, jina bi navê Şeyba Ebrûş (50) jî hevjîn û kurê xwe di komkujiyê de winda kir.

Şeyma û zarokên xwe bi mûman berî didin goristana Şehîdan a rojavayê bajarê Kobanê da ku xizmên xwe yên ku di komkujiyê de şehîd bûne, bibîr bînin. Çavê Şeyba li dehan gorên xwendiyên heman êşê, digerin. Wêne, nav û dîroka şehadetê li ser goran in.

Çeteyên DAIŞ’ê li hember berxwedana Kobanê têk bûn. Piştî wê bi demekê weke “êrişa tolhildanê”, di berbanga 25’ê Hezîrana 2015’an de bi cilên YPG’ê  û 12 erebeyan derbasî taxên Kobanê û gundê Berx Batan ê başûrê bajêr bûn.

Roja 7’ê Remezanê (25’ê Hezîrana 2015’an) Şeyba Ebroş a ji taxa Şehîd Serhed an jî taxa Cemarik a bakurê bajêr ku bi 10 mitreyan nêzî sînorê Tirkiyê ye, saet di 03:00’yan de şiyar dibe da ku paşîvê bixwe. Piştî banga berbangê xew dike, ji nişkan ve dîsa bi dengê guleyan ji xew radibe.

Şeyba Ebroş wiha dibêje: “Saet di 05:00’an de min dît jinek bang dike ku DAIŞ derbasî bajêr bûye û şêniyan dikujin. Li kolana ku ez lê  tevliheviyeke mezin çêbû, ji nişkan ve erebeyeke derbasî kolanê bû. Ew erebe bombebarkirîbû û DAIŞ’iyekî diajot û bi zimanê erebî bi me re axivî. Ji me xwest ku rêya sînor nîşanî wî bikin da ku xwe li wir biteqîne, em tirsiyan. Di heman demê de gefa teqandina di nava me de xwar, em nêzî 50 kesî bûn. Her wiha me dergeh jê re îşaret kir, lê piştî çend kêliyan teqînê tevahî taxên bajêr hejand û komek ji DAIŞ’iyna ji xaka Tirkiyê ve derbas bûn.”

Sekvanekî DAIŞ’î çû ser baniyê avahiyê, lê yên dîtir li nava kolanan berbelav bûn û her kesê li pêş wan derbas dibûn,  jin, zarok û temenmezin gulebaran dikirin.

Heman demê  bi dehan çeteyên DAIŞ’ê derbasî gundê Berx Batan ê 28 km dikeve başûrê bajêr bûn.   Şêniyên gundê berxwedaneke mezin raber kirin. Herî zêde vî gundî şehîd da. Li gorî gundiyan sedema hilbijartina DAIŞ’ê ya vî gundî rola mezin a şêniyan di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bû.

Hevjînê Şeyba, Abdullah Kawî (60) û kurê wê Enwer (30) tevî bi sedan şêniyan çek hildan da ku xwe li hember çeteyan biparêzin. Ew çete xetertirîn DAIŞ’iyên li ser şerê kolanan hatibûn perwerdekirin.

Şeyba serpêhatiya xwe wiha domand: “Me dît şervanên YPG’ê derbasî bajêr bûn, li kolanan kêfxweşî û şahiyek çêbû. Lê belê DAIŞ’ê cilên YPG’ê li xwe kiribûn û gule avêtin me. Em revîn, lê kurê xaltîka min kete xwarê û şehîd bû. Min nizanî tevî 6 zarokên xwe û hevjînê xwe bi ku ve diçim, em ketin malekê, lê tevahî deriyên wê vekirîbûn û DAIŞ’ê gule avêtin me. Lê tiştek bi me nehat. Piştî 10 deqeyan ez derketim ji derve. Min dît ku hevjînê min û kurê min Enwer li erdê ne. Kurê min beriya salek û nîvê zewicîbû û zarokek wî hebû. Gule weke baran dibariyan. Êşeke mezin bû, kolan bû hewza xwînê. Komkujiya Helebçe hat bîra min, cenaze li vir û li wir belav bibûn. Mat û şoqeke mezin û pir biêş bû.”

Piştî 3 rojan ji şerê bê navber YPJ û YPG’ê 85 çeteyên li dibistan, li ser banî, gundê Berx Baran û derdora wê xwe bi cih kiribûn, kuştin.

Di daxuyaniya Meclisa Rêveber a kantona Kobanê ya 21’ê Tîrmeha 2015’an de hat aşkerakirin ku komîteya lêpirsîna rastiyan, diyar kir ku 233 sivîlan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da. Jê 27 sivîl ji gundê Berx Batan bûn. Heman demê de 273 sivîl bi guleyên çeteyan birîndar bûbûn.

YPG û YPJ’ê nasnameyên 30 şerevanên xwe û endamên Hêzên Asayîşê yên ku di operasyona 3 rojan de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Şeyba û 5 zarokên xwe, li gel bi hezaran şêniyên kantonê bi pêxistina mûman li ser goran, salvegera şehîdên komkujiyê bi bîr tînin.

J: ANHA (fr)

 

Back to top button