Kantona Efrîn û şehba
Di bin durûşmeya ” Êzdiyatî : Nasnemeye , çande , dîrok û Berxwedana
Cejna çarşema sor li we pîroz be”
Yekîtiya Êzîdiyên kantona Efrîn û şehba bi şahiyek mezin cejna çarşema sor pîrozkirin.
Bi beşdarbûna hemû sazî , tevger , partiyên siyasî û hejmarek mezin Ji gelê şehba .
Şahî bi deqeyek rêzgirtin li ser ruhê cangoriyên azadiyê destpêkir, her Wiha gelek axavtin hatin kirin,axaftin bi navê yekîtiya Êzîdiyên Efrînê , yekîtiya jinên Êzdî û ser navê Rêveberiya giştî ya kantona Efrîn û şehba hat kirin .
Piştre şîrovekirina weteya çarşema Sor Ji aliyê Silêman Cefer ve hat lêvkirin û bi pêşkêş Kirina stranan ji aliyê hin komên hûnerî û hunermendan û komên govendê şahî dawî bû.