Çand û HûnerHemerengManşêtNûçe

Li Bajarê Zûrîx Kursa Zimanê Kurdî û ya Sazê hate despêkirin

Li Sîwîsre Li Navenda Çanda Rojava kursa Zimanê Kurdî û ya Sazê ji bo Zarokan hate despêkirin. Li Komeleya kurdistanê û revenda Kurdên Rojava li bajarê Zûrîxê bi beşdarbûna zêdeyî 10 zarokan Kursa Zimanê Kurdî ji aliyê mamostyê Enstituya Kurdî Can Mîrzal ve hat dayîn û kursa Sazê bi serperştiya mamosteyê Sazê û danerê bi dehan Helbest û Awazên Kurdî Ednan bavê Hêco ve hate vekirin.

Tevlîbûneke mezin ji aliyê dê û bav û gelek endamên Navenda Çanda Rojava û mamoteyên û Enstituya Kurdî ji rojava vekirinê re çêbû.

Enstituya Kurdî ya Swîsre kû eve li çendîn Kantonên Swîsre weke Cenevre, Luzern, Lozan, Şafhausen, St. Galen, Bern û va kursa Sêyemîne ku li bajarê Zûrîxê tê vekirin. Li Zûrîxê kû berê ji zû de li Wîntertûrê hatibû vekiririn û berdewam dike li Şilîrin li komeleya Çanda Kurd kû ew jî berî demekî hatiye vekrin û hîna jî berdewam dike û ev Kursa nû li Kloten li ser bajarê Zûrîxê ve nû hat despêkirin.

Şahbûna xwe û xwesteka beşdarbûna  Zarokan ji aliyê dê û bavan ve bo van her dû Kursan (Kursa Sazê û Ya Ziman) baş diyar dikirin.

Li jêr jî hûn dê çend wêneyan bibînin:

Back to top button