Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Ned Price têkildarî nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker bi hikumeta Şamê re, got Washington piştgiriyê nade “ji nû ve amadekirina dîktatorê hovane Beşar Esed”.
Berdevkê wezaretê Ned Price got: “Washingtonê ji hemû hevalbend û şirîkên xwe re ragihand ku dema niha ji bo normalîzekirin an jî başkirina têkiliyên bi rejîma Sûriyê re ne guncaw e.”
Price daxwaz kir ku “sicîla mafên mirovan a rejîma Esed a 12 salan li ber çavan bigirin ku binpêkirinan li dijî gelê Sûriyê dewam dike, nahêle alîkariyên mirovî derbas bibin û gelê Sûriyê ji 12 salan ve azaran dikişîne.”
Ned Price diyar kir ku Washington piştgiriyê dide xebatên bi hevalbend, şirîk û NY`ê re ji bo mîsogerkirina çareseriyeke siyasî ya mayînde ji pirsgirêka Sûriyê re.