ManşêtNûçe

Jinên Ciwan ên Şengalê: Em li ser xeta têkoşîna Evîn û Sarayan in

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê duh êvarî li Şengalê têkildarî komkujiya 2’yemîn a Parîsê Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî, Mîr Perwer ê ji Tevgera Çandê û Kurdê welatparêz Abdûrrahman Kizil hatibûn qetilkirin daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“ Wekî em hemû dizanin meha Kanûnê di dîroka gelê Kurd de weke mehek qetlîaman tê zanîn û di dîrokê de bûye yêk ji deqên reş. Qetlîamên li Mereşê, li Roboskî li dijî civaka me hatîbû kirin şûna bê ronî kirin, ji dêvila ku hesab ji qetlîaman were xwestin, wekî ku tu qetlîam nekirine tevdigerin. Heman ferasetê qetlîamên xwe yên li dijî gelê Kurd zêdetir jî kir. Herî dawî li Parîsê feraseta kujer ya AKP-MHP careke din dijminahiya xwe ya li dijî têkoşîna azadiyê, li dijî gelê Kurd di şexsê sê pêşengên têkoşîna azadî de nîşan da. Bi heman şêwazê hevalên me hatin şehîd xistin. Ew hevalên me li wir şehîd dan, ji bo ax, welat, civak, baweriya xwe, ji bo azadiyê têkoşîn didan meşandin.Ji bo ku li dijî bindestiyê têkoşîn dikirin bûn hedef. Li cihekî weke Parîsê ku mêşek bifire agahiya hikûmeta Fransayê jê çêdibe, ji bo van êrişan, qetlîaman dema mijar dibe Kurd û Kurdistanî çavên xwe digirin. Berê jî di sala 2013’yan li heman bajarî 3 pêşengên têkoşîna azadiya jinê bûbûn hedef û heval Sara, Ronahî û Rojbin şehîd bûbûn. Heger wê demê ji kujerên van hevalan, hesab bihata pirsîn, îro êrîşeke wisa pêk nedihat. Hikumet çavê xwe jê re digire.Tinê miletê me, gelê Kurd li dijî zilm û neheqiyê 24 saetan li ber xwe dide û hesab ji berpirsên êrişan dixwazin. Berxwedaniya em didin meşandin, rêya heval Sara ye. Ew rê rêya me hemû jinan e, têkoşîna me hemûyan e. Em careke din dibêjin têkoşîna Sarayan têkoşîna me hemûyan e, şerê tê dayîn şerê me hemûyan e. Em bang li hemû jinên ciwan ên Êzidî dikin ku em xwe bihêz bikin, xwe birêxistin bikin û berpirsiyartiya xwe li beramberî dîrokê pêk bînin.”

ANF

Back to top button