ManşêtNûçe

Siyasetmedar û rewşenbîr: Abdullah Ocalan şoreşeke Dîrokî ya resen bi pêş xist

Der barê Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibata 1999`an li dijî rêber Abdullah Ocalan duh  paneleke berfireh li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar ket. Hejmareke siyasetmedar, çalakvanên çandî, kesayetên civakî û endamên rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî panelê bûn.

Panel li ser 3 beşên sereke yên der barê komployê de hate birêxistinkirin. Raperîn Xelîl beşa yekê ya li ser “Mîtolojî”, Hemdan El-Ebid beşê duyemîn ê li ser “Komplo û olên yekxwedayî” û Bekir Cerad jî beşa sêyemîn a bi navê “Komploya kapîtalîzmê” bi rêve birin.

Di beşa duyemîn de 3 semîner hatin dayîn. Ya yekê “Ocalan kî ye û rastiya rêber Ocalan” Cozîf Lehdo, ya duyemîn “Dîroka têkoşîna Ocalan” Lîman Hesno û ya sêyemîn jî der barê “Komploya navneteweyî li dijî rêber Ocalan” Hesen Dêrik bi rê ve birin.

Di semîneran de hate destnîşankirin ku Ocalan pêkanîna şoreşeke gel armanc kir. Ji ber vê yekê şoreşgerên Kurd kirin şoreşgerên enternasyonalîst ku parastina hemû gelên herêmê dikin. Ocalan her wiha şêwazeke exlaqî-polîtîk ava kir.

Beşaran îşaret pê kir ku Abdullah Ocalan dûrî zîhniyeta nîjadparest û ferdiyetê ket û piştî xwendina xwe ya dîroka kevn û nûjen wekî dîroka Sûmeriyan, Geliyê Nîl û dîroka Ewropayê ya nûjen bi awayekî demokratîk, bingeha biratiya gelan ava kir.

Her wiha diyar kirin ku Ocalan çareserî ji pirsgirêkên cîhanê bi giştî û yên Rojhilata Navîn bi taybet bi rêya têgeha neteweya demokratîk dîtin û sîstemeke exlaqî-polîtîk ava kir, her wiha li şûna şerê mezhebî, bi felsefeya xwe têkiliyên civakî xurt kirin.

Siyasetmedar û rewşenbîran tekez kir ku di encama fikrên Ocalan de, hêzên emperyalîst bi Tirkiyê re li dijî Ocalan komployeke navneteweyî xistin meriyetê. Beşdaran gotin tevî dijwarbûna şert û mercên Îmralî jî, rêber Ocalan têgeha neteweya demokratîk derxist ku bi vê yekê komplo têk bir û şoreşeke dîrokî ya resen bi pêş xist.

Piştre deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hat vekirin da ku nêrînên xwe bidin. Meryem Ibrahîm ji bajarê Reqayê diyar kir ku Ocalan şoreşeke rastî bi pêş xist û sîstemeke demokratîk ava kir. her wiha destnîşan kir ku komploya li djî Ocalan  di rastiyê de hemû gelên herêmê kir hedef ji ber ku Ocalan projeyeke mirovî û exlaqî ya azad ava kir ku her kes di nav de dikare azadiya xwe bi dest bixe.

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî a Herêma Cizîrê Hisên El-Elî tekezî bi girîngiya lêkolînkirina bingeha Komploya Navneteweyî ya li dijî Ocalan kir û wiha got: “Rêveberiya Xweser di belavkirina fikr û felsefeya Ocalan de kêm maye.”

Hisên El-Elî diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan xwedî felsefeyeke serbixwe ye ku li gorî hemû gelên herêmê û cîhanê ye, fikrên Ocalan fikrên demokratîk û mirovî ne û Ocalan dixwaze civakeke demokratîk ava bike.

ANHA

 

Back to top button