ManşêtNûçe

Yekîtiya Êzdiyên Efrînê bi daxuyaniyekê komploya navnetewî şermezar kir

Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê daxuyaniyek ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd  Abdullah Ocalan, li kampa Serdemê ya Şehbayê da.

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, Yekîtiya Êzîdiyên herêma Efrînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Yekîtiya Êzîdiyan, Yekîtiya jinên Êzîdî û şêniyên kampa serdemê amade bûn. Her wiha di daxuyaniyê de wêneyên Rêber  Abdullah Ocalan û alê Yekîtiya Êzîdiyan û Jinên Êzîdî hatibûn hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya jinên Êzîdî Orîvan Menan ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye

Hemû dewletên kapîtalîst ji bo hilweşandina fikra azadî û demokrasiyê  têk biçe tev digerin. Ji ber ku ev fikir û raman ne li gor berjewendiyên desthiltara ne her êrîş dikin. Her wiha desthilatdar her dixwaze gel û civak di bin desthilatdariya wan de bijîn û koletiyê ji wan re bikin, ji ber vê yekê armanca wan a yekem ew bû ku fikir û felsefeya azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî dîl bigirin û têxin zîndanek yekser.

Armanca Rêber  Abdullah Ocalan azadî û jiyana demokratîk ji tevahî gelê cîhanê re ye. Kesên ku bi vê komploya dijmirovahî rabûne ji bo ku tevahî gelê cîhanê têxin bin kontrola xwe û koletî li ser gel bidin meşandin hewil didin. Em weke Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê salvegera 21’emîn ya komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Em bang li kesên ku azadî û demokrasîxwaz dikin ku Serok Apo ji zindanê derbixînin û tecrîda girankirî rakin.

Daxuyanî bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”,”Bijî wekheviya gelan” bi dawî bû.

 

Back to top button