DaxuyanîManşêt

Salvegera şehadeta Osman Dadalî

Di van rojan de salvegera 12′ yemîn şehadeta heval Osman Silêman ( Osman Dadalî) derbas dibe yê ku bi encama êşkenceya rêjîma Sûrî li ser wî de şehîd ket di dîroka 2008-2-18 ku di mala wî de hat girtin di sala 2007-11-27.

Şehîd Osman Silêman ji bo hevgirtina di navbera pêkhateyên Sûriyê de bi Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmenên wê, têkoşiya. Dostê tevahî kesên xwe lê digirt, bû. Ji lew re bûbû sembola civakê ya navdar di Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di hilbijartinên qanûnsaziya 1990’î de bû endamê Meclisa Gel a Sûriyê. Bi wê re jî şansê tevger û têkiliyan li tevahî Sûriyê ji perava Sûriyê heta başûrê wê ji Dera û Siwêdayê, wergirt.

Şehîd Osman Silêman di destpêka damezirandina Partiya Yekîtiya Demokrat de roleke aktîf lîst. Ji bo xebata yekitiya civaka nîştimanî kar dikir û vê jî derbe li şovenîstiyê dixist. Bi wê re jî hat hedefgirtin û li dijî wî tevahî fişar hatin ferzkirin.

Gelek caran îşkence lê hat kirin, ya dawiyê jî di 27.02.2007’an de ji hêla şaxê ewlehiya siyasî ya bajarê Helebê hat girtin. Piştre di encama îşkenceyê de şehîd bû.”

Em di Partiya Yekîtiya Demokrat de em şehadeta şehîd Osman bi bîrtînin û em bejna xwe li ber bi deh hezaran şehîdan ditewînin û em soz didin ku li ser şopandina rêça wan û pêkanîna civakek azad demokratîk ku hemû pêkhateyan dihewîne.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2020-2-18

Back to top button